Şandeya DBP û KCD'ê li Wanê civîn li dar xistin 2020-08-25 14:52:37   WAN - Şandeya DBP û KCD'ê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de berê xwe dan Wanê û li vir civînek li dar xistin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axîvî û got: "Em ê bi têkoşîn û xebatên xwe li pêş bikevin."   Bernameya Têkoşîna Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di pêngava sêyemîn de bi dirûşmeya "Em hemû bi hev re li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê xurt bikin" bi tevlêbûna nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya gera bajaran didome. Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan pêk tê piştî hevdîtina xwe ya Colemêrgê berê xwe dan Wanê. Li Wanê li avahiya HDP'ê ya Artemetê bi rêveber, endamên HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên MEBYA DER, TUAY DER) û rêveberên DBP'ê re civiyan.    Di civînê de Bedran Ozturk bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got: "Her kes dizane ku pirsgirêka kurd bi şer û koçberiyê nayê çareserkirin. Dixwazin kurdên ku îtaetê dikin biafrînin. Vîna gelê me nasnakin."   Piştî Bedran Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser xebatên KCD'ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Abdullah Ocalan li hemberî pergala heyî alternatîfek pêşkeş kir. KCD jî bi vî alternatîfê dixwast pirsgirêkan çareser bike. Lê îqtîdar partiyên kurdan, sazî û dezgehên kurdan ji xwe re wekî tehdît dibînin. Dibe ku îro avahiya KCD'ê hatiye girtin û rêveber hatine girtin. Kesên ku ne alîgirên wan bin 'terorîst' dibînin. KCD xebatên xwe li ser komîsyonan dimeşîne, gel jî xwe li gorî wan xebatan xwe bi rêxistin dike. Ne tenê kurd, ereb, suryan û ermen. Di nava rêxistinê de cih digirin. KCD bi pergala xwe îro jehrkujê pergalê ye."   Salîha, destnîşan kir ku çend têkoşîna jinê li pêş dikeve ew qas dewlet paşve diçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bi têkoşîn û xebata xwe li pêş bikevin."