Pervîn Buldan: Pirsgirêka kurd pirsgirêka herî mezin a vî welatî ye 2020-08-24 16:57:39   BURSA - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di hevdîtina bi gel re a li Bursayê de axivî û got, "Pirsgirêka kurd pirsgirêka herî mezin a vî welatî ye."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveyê “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, tevlî hevdîtina gel bû. Hevdîtina  gel li Qada Bazarê ya Taxa Yavûz Selîm a girêdayî navçeya Yildirim hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Salûhan Olûç, Berdevka Jinan Ayşe Acar Başaran, parlameter, endamên MYK û Meclîsa HDP’ê, Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABF) û parlamenterê berê Tûrgût Oker, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî beşdarî hevdîtinê bûn.   Qada hevdîtinê bi pankartên “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî”, “Qeyûm darbeye, dest nede vîna min”, “Ji bo têkoşîna civakî û siyaseta demokratîk piştevaniyê xuret bikin” û “Li vîna xwe xwedî derkevin” hat xemilandin.”   Pervînê di ketina xwe ya qadê de bi berzkirina dirûşmeyan û lêxistina çepikan hat pêşwazîkirin. Pervîn di hevdîtinê de xitabî gel kir û wih agot: “Ligel êrîşên heyî û pêvajoya pandemiyê, tevlîbûnek evqas xurt, encama têkoşîn û girêdanbûna bi HDP’ê re ye.”   'Tişta pêk tê ne qeder e'    Pervîn, bal kişand ser karesata li Giresûnê rû da û wiha bilêv kir: “Em ji malbat û xizmên kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. 9 mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna jî mirovên winda bûyî hene. Em di serî de ji gelê Giresûnê û hemû gelê Deryaya Reş re dibêjin derbas bûyî be. Tişta pêk tê ne qeder e. Encama polîtîkayên desthilatdariyê ye. Di her qadê de me dijminantiya vê desthilatdariyê dît. Ev jî dijminantiya wan a li dijî derdor û xwezayê ye. Ev encama kiryarên desthilatdariyê yên li dijî gelê Deryaya Reşe.”    'Pêwistî bi qanûnek bingehîn heye'   Pervînê, da zanîn ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn ji aliyê hemû kesî ve tên zanîn û wiha pê de çû: “Lê ligel vê yekê jî ev pirsgirêk nayin çareser kirin. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin, li Tirkiyeyê pêwîstî bi qanûnek bingehîn heye. Niha Tirkiye bi qanûna bingehîn a di 12’yê Îlonê de hatiye nivîsandin tê bi rêve birin. Ev bêmafiyek herî mezine. Civaka Tirkiyeyê êdî qanûnek bingehîn a nû dixwaze. Êdî civak naxwaze bi qanûna bingehîn a berê, bê birêve birin. Ev qanûn bi hevrebûna gelan asteng dike.”    'Krîz û kaos xwe dubare dikin'   Pervînê, bi bîr xist ku sedama hemû pirsgirêkên tên jiyîn, neçareserkirina pirsgirêka Gelê Kurd e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiye û heta ya tevahiya cîhanê ye. Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, krîz û kaos tim xwe dubare dikin. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî mezin a vî welatiye. Rêyên wê yên çareserkirinê diyarin û çareseriya wê heye. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin, ewê bi xwe belav bibin. Eynî mîna AKP’ê. Ji ber ku AKP’ê ev pirsgirêk çareser nekir, niha demên xwe yên dawî dijî û bi windabûnê re rû bi rû ye.”