Şîraz Hemo: Li Rojhilata Navîn armancên desthilatdaran dibin yek 2020-08-20 09:03:15   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo diyar kir ku şerê di navbera kapîtalîzim û demokrasiyê de didome û got: "Ji ber ku sistemên desthilatdar hebûna demokrasiyê qebûl nakin û li şûna wê hemû rêbazên ku civakan dixe didin meşandin, dewletên serwer ji bo berjewendiyên xwe hevpeymanên xwe bi hev re qayim dikin û gelan jî qir dikin."    Rojhilata Navîn ji bo hemû dewletên hegemon bûye cihê bazirganiyê û li gorî berjewendiyên xwe jî li vir siyasetê dikin. Dixwazin li gorî berjewendiyên xwe dizaynek bidin Rojhilata Navîn. Dewletên hegemon dixwazin bi siyaseta xwe li Sûriyeyê serdest bin û serdestiya xwe li dewletên din ên Rojhilata Navîn jî bikin. Derbarê qeyrana siyasî ya li Rojhilata Navîn, rewşa siyasî ya Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî.    'Şerê di navbera kapîtalîzim û demokrasiyê de didome'   Şîraz, di serî de bal kişand ser qeyrana heyî û bandorên wê li ser herêmên Rojhilata Navîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Qeyrana ku îro li Rojhilata Navîn tê jiyîn li gor berjewendiyên hêzên derve tevdigere. Di gelek pêvajoyên ku derbas bûne, mirovan êş û zehmetî kişandin. Mirov dikare bêje ji bo qeyrana aborî ya ku niha herêm têde derbas dibe, tenê dîsa bandoriya xwe ser civakê dike. Li aliyên din jî hêzên ku pêwiste ku ew vê qeyranê bijîn tu bandor ser wan nayê kirin. Yanî bi giştî dîsa mirov dibin qurbaniya van şer û tevlîheviyan. Şerê ku niha tê meşandin di navbera xeta kapîtalîzîm û demokrasiyê de bi hemû hêza xwe berdewam dike. Ji ber ku sistemên desthilatdar hebûna rengê demokrasiyê qebûl nakin û li şûna wê hemû rêbazên ku civakan dixe didin meşandin. Dewletên serwer ji bo berjewendiyên xwe hevpeymanên xwe bi hev re qayim dikin û gelan di qirkirinan re derbas dikin."    'Di şeran de hemû alî dixwazin bibin xwedî qezenç'   Şîraz, di axaftina xwe de li ser mudexaleyên dewleta tirk jî rawestiya û mijar wiha şîrove kir: "Bi dest pê kirina aloziyan re hemû alî di vî şerê de dixwazin bibin xwedî qezenç. Em dikarin bêjin di Sûriyeyê de jî ev yek pir hat nîşandan. Dewleta tirk tevî ku tu pêywendiyên wê bi vê aloziyê re nebû, lê xwest ku li Sûriyeyê hebûneke ji xwe re avabike û serweriya xwe ser civaka Sûriyeyê bide mayindekirin. Bi dagirkeriya herêmên me re Efrîn, Serêkanî û Girê Spî taybet herêmên ku kurd têde dijîn dewleta tirk dijminatiya xwe aşkere kir. Ji bo civakan ji kokê ve tune bike, bi hemû hêza xwe û teknîka xwe yê pêşketî mirovan ji komkujiyan re derbas kirin. Xeyalên vegerandina Împaratoriya Osmaniyan jî ji Sûriyeyê dest pê kir. Niha jî dixwaze pêre deverên din başûrê Kurdistanê, Lîbyayê, mudaxeleyên li Misire bi hev re bide girêdan û li ser hesabê xwîn rijandina mirovan dewleta xwe bi hêz bike û weke sultanê demê derkeve pêşberî cîhanê."   'Em di ferqa xeteriyên dagirkeriyê de ne'   Şîraz, li ser xeteriyên mudaxeleyên Tirkiyeyê ji nêrînên xwe wiha anî ziman: "Dibe niha dewletên ku di nava vê aloziyê de dijîn ne di ferqa xeteriya armancên dewleta tirk de bin. Lê em baş dizanin ku dewleta tirk heya astekî armancên xwe narawestîne. Ji ber xeyalên avakirina Împaratoriyekî Osmanî gelek hedef jê re hatine dayîn. Têkîldarî vê yekê em îro dibînin welatên ku mudaxeleya dewleta tirk lê heye ew bi xwe bi aloziyên xwe re ketine tevlîheviyê de û ne di ferqa vê xeteriyê de ne. Herêmên me yên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin me baş weke gelê azadîxwez fêm kiriye. Ji ber ji salên demdirêj ve dewleta tirk dijminatiya me dike. Dema mirov dijminê xwe nasbike wê demê mirov wê di ferqa qeteriyê hemû aliyan de be."   'Projeya Netewa Demokratîk çareseriya aloziyê ye'   Şîraz da zanîn ku Projeya Netewa Demokratîk dikare bibe bersiv ji van aloziyên ku tevahî Rojhilata Navîn di nav de derbas dibe û ev tişt got: "Ger di nava vê tevlîheviyê de rêbazekî çareseriyê hatibana pêşxistin wê rewş di Rojhilata Navîn ne di vê asta kûr de bûya. Piştî şer û pevçûnan çirûska çareseriyê veda ew jî Projeya Netewa Demokratîk e. Lê dewletên ku baweriya xwe bi demokratiyê bînin tunene. Ji salên demdirêj ve fêrî rê û rêbazên desthilatdariyê bûne. Di roja me yê îro de wê zehmet be ku em di demek kin de vê rewşê bidin guhertin. Projeya Netewa Demokratîk dikare bibe çareserî ji van aloziyan re. Helwesta me diyare û xeta me jî diyar e, ji bo wê em dixwazin herkes bi vê rêbazê çareseriyê bawer be ku encamên baş û êrênî ji tevahî civakan re bi xwe re bîne."   'Planên demdirêj li ser erdê hene'   Şîraz di dawiya axaftina xwe de wiha behsa planên dewletan kir: "Di nava vê qeyranê de dibe hin alî ji vê rewşê bêdeng in, lê em dizanin ku pê jî razî ne. Şer û pevçûnên li hemû dewletan girêdayî hevin, armanc yeke û planê jî yek in. Ger rewş ber bi çareseriyê ve biçe wê demê em dikarin bêjin ku êdî mirov di civaka xwe de dikarin rehet bijîn. Rêbazên qirkirinan mirovan tucarî welatan ava nakin."