'Me dît ku çawa çavkaniyên cemaweriyê bi kar anîn' 2020-08-18 09:06:01   WAN - Hevşaredara Seravê Caziye Duman ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin saleke piştî qeyûman nirxand û got, "Tirsa AKP'ê ya herî mezin şaredariyên ku gel esas digirin e." Hevşaredara Tuşbayê Ayşe Mînaz jî got, "Di kesayeta me de li dijî îradeya gel darbe hat kirin. Me dît ku çavkaniyên cemaweriyê çawa hatin bikaranîn."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cara yekê di 31'ê Adarê de wekî patî tevli hilbijartinên herêmî bû. HDP'ê di vê hilbijartinê de 65 şaredarî bidest xist û qeyûm şandin. Lê piştî hilbijartinê ji şaredariyên ku HDP'ê bi dest xistin 51'ên wan bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî bi awayê dijhiqûqî ji dest hatin girtin, hevşaredarên wê hatin girtin û ji peywirê hatin dûrxistin.    Hevşaredara Saravê Caziye Duman û ya Tuşbayê ku mazbataya wê nehat dayîn Ayşe Mînaz salek piştî qeyûman nirxandin.    'Qeyûm înkara îradeya gel in'   Caziye Duman diyar kir ku tayînkirina qeyûman înkarkirina îradeya gel e û got, "Tu meşrûkirina qeyûmên ku xebatên hevalên me îlegalîze kirin tune ye. Bi parçeyekî kaxizê îradeya gelekî nayê tunekirin. Dîsa ger ku hilbijartin bê kirin wê gel dîsa şeqama xwe li rûyê înkarkeran bide. Me soz da gelê xwe û em dibêjin bi qeyûman nikarin me têk bibin."   'Ji ber ku em bûn xwedî qeyûm tayîn kirin'   Caziye Diyar kir ku ew piştî bû hevşaredara Seravê ji bo jinan gelek proje pêş xistine û hem jî ji bo jinan qada îstîhdamê vekiriye. Caziye di berdewamiyê de wiha got, "Bêjî ku em projeyên xwe biqedînin qeyûm tayîn kirin.  Tirksa AKP'ê ya herî mezin şaredariyên ku gotina civakê esas digirin e.  Ji ber ku me malê gel pêşkêşî tu kesî nekir qeyûm ayînî şaredariyên me hatin kirin û projeyên me nîvco hatin hiştin."   'Bi pergala hevserokatiyê me hêza jinan nîşan da'   Caziye diyar kir ku bi qeyûmên hatin tayînkirin re pargala hevserokatiyê hedef hatiye girtin û ev tişt got, "Bi pergala hevserokatiyê me armanca xwe ji gel re vegot û gel jî qebûl kir.  Tenê ne li şaredariyan li hemû qadên jiyanê me ev pargal vegot û em hewl didin jiyanî bikin. Me hêza jinê nîşan  da. Ger ku modeleke nû ya jiyanê hebe û civak jî vê qebûl bike tu hêz nikare xwe li ber vê rabigire."   'Ev darbeya YSK'ê ya duyemîn li dijî HDP'ê ye'   Ayşe Mînaz jî diyar kir ku ew bi darbeya YSK'ê re rûbirû mane û got, "Bi nedayîna mazbataya Hatîp Dîcle re ya li Amedê ji qeyûman re mazbata hat dayîn. Ev darbeya YSK'ê ya duyemîn li dijî HDP'ê ye."    Ayşe diyar kir ku êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê ji ber zîhinyata ku dixwaze jin li heberê mêr serî bitewîne ye û wiha dirêjî da axaftina xwe,"Em dibînin ku jin xwedî li pergala hevserokatiyê derdikevin. Tişta girîng ew e ku jin di siyasetê de cihê xwe bigire.  Divê hemû jin xwedî li HDP'ê derkevin. Îradeya ji sendoqê derkeve divê li ser sendoqê bê radestkirin. Lê exlaqê siyasî yê van kesan destûrê nade vê. Di kesayeta me de îradeya şêniyên Tuşbayê hat desteserkriin."   'Me dît ku çavkaniyên emaweriyê çawa bi kar anîn'   Ayşe diyar kir ku ew hevşaredar hatiye hilbijartin lê wekî endama meclisê dest bi kar kiriye û di berdewamiyê de ev tişt anî ziman, "Li gel endamtiya meclisê ya Tuşbayê ez endama Komîsyona Kontrolê ya Tuşbayê jî bûm. Min dî kontrolê de dît ku çavkaniyên cemaweriyê çawa ji bo berjewendiyên xwe yên kesane bi kar tînin."   'Em ji bo gelê xwe amade ne'   Ayşe diyar kir ku armanca wan qadên îstihdamê ji bo jinan ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Lê projeyên me nîvco hatin hiştin destûr nedan ku em wan biqedînin. Ez hêvî dikim ku di serdema bê de hevalên me yên bên hilbijartin xwedî li van pirojeyên me derkevin û biqedînin. Em ji bo gelê xwe amade ne û em her di nav gelê xwe de ne."