'Li dijî hemû êrîşan em ê parastina gel û welatê xwe bikin' 2020-08-17 09:01:09   Xezne Celal   KOBANÊ - Endama PDKS'ê ya Herêma Firatê Gulistan Etî bal kişand ser êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Berê bi heman rêbazê êrîşê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirbûn. Kiryar û plan îro jî li başûrê Kurdistanê pêk tên. Li hember êrîşên dewleta tirk pêwiste dewletên ereb, Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî bê deng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin."   Di 15'ê hezîranê de li hemberî herêmên weke Heftenîn, Xakurk, Mexmûr, Şengal û qadên parastina Medyayê ji hêla arteşa tirk ve êrîş hat destpêkirin. Li dijî êrîşan şêniyên li herêmê li ber xwe didin. Heta niha derbarê êrîşan de dewletên navneteweyî, civaka navdewletî, hikûmeta Îraq û başûrê Kurdistanê tu helwest nîşan nedane û bê deng in. Derbarê vê mijarê de Endama Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê (PDKS) li Herêma Firatê Gulistan Etî axivî.    'Li hember êrîşên dewleta tirk bê deng nemînin'   Gulistanê tekez kir ku dewleta tirk bi rêya planên xwe yên qirêj dixwaze Gelê Kurd tune bike û wiha pê de çû: "Dewleta tirk armanc dike ku êrîşên xwe li ser herêmên başûr û rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Îraq û Lîbiya berfirehtir bike û serdema Osmaniyan vejîn bike. Dewleta tirk di êrîşên ser welatiyan de çek û cebilxaneya ku ji NATO'yê girtî bi kar tîne. Dewleta tirk bê ser û ber li herêmên Şengal, Mexmûr, Heftenîn, Şêladiz û qadên parastina Medyayê yên başûrê Kurdistanê êrîşî welatiyan dike. Armanc dike ku gelê azadîxwaz û di serî de Gelê Kurd tune bike. Dewleta tirk berê bi eynî aramancê êrîşî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirbû. Kiryar û planên îro li Başûrê Kurdistanê pêk tên berdewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ne. Li hember êrîşên dewleta tirk pêwiste dewletên erebî, Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî bê deng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin."   'Li Heftenînê berxwedan...'    Gulistanê di axaftina xwe de bal kişand ser hedef girtina şêniyên li herêmê dijîn û wiha domand: "Dewleta tirk ji hêz û vîna Gelê Kurd ditirse ji ber vê yekê dema ku gavên girîng ên yekîtiya kurdî tên avêtin, dewleta tirk bi rêbazên cuda êrîşî herêmê dike. Lê hêz û vîna Gelê Kurd ji êrîşên dewleta tirk bihêztire. Îro li Heftenînê li hember êrîşên dewleta tirk berxwedanî û qehremaniyeke bê hampa tê meşandin. Welatiyên van herêman li ser fikr û felsefeyeke azad xwe bi rêve dibin û doza maf, ziman, hebûn û nasnameya xwe dikin. Ji ber vê yekê îro jî dewleta tirk êrîşî wan dike û ev yek jî dide diyar kirin ku her kesê ji bo azadiyê têkoşîn dike tê hedefgirtin û kuştin. Em pişgiriyê didin çalagirên li Heftenînê, ji bo parastina rûmet, ax û hebûna xwe  li ber xwe didin. Gelê Kurd wê tu carî serê xwe ji êrîşên dewleta tirk re netewîne, çawa ku me çeteyên DAIŞ'ê li herêmên têk birin em ê bi berxwedanî û qehremaniya zarokên Kurdistanê dagirkeriya dewleta tirk jî têk bibin."   'Bi yekîtiyê em ê jiyaneke azad û demokratîk bidin avakirin'   Gulistanê da zanîn ku civaka navneteweyî li hember êrîşan  rola xwe nalîze û erka xwe jî pêk naye ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji tevahî partiyên siyasî, rewşenbîr û mirovên kurd tê xwastin ku bibin yek. Li hember van êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin û bibin hêzek ta ku gel û welatê xwe ji êrîşan biparêzin. Herwiha destkeftiyên ku bi xwîna zarokên vî welatî hatine bi dest xistin biparêzin û xwedî lê derkevin. Em ê kurd bibin yek û êrîşên dagirkeran têk bibin. Di heman demê de parastina ziman, çand û nasnameya Gelê Kurd bikin. Em ê jiyanek azad û demokratîk li Kurdistanê bidin avakirin. "