Salek piştî qeyûman: Şaredarî kirin bin deynan û gelek sazî girtin 2020-08-16 09:07:11   WAN - Ji ser tayinkirina qeyûman ên ser Şaredariyên Wan, Mêrdîn, Amed ên HDP'ê salek derbas bû. Qadên werzîş, pirtûkxane û heta kreş hatin girtin. Li dijî destkeftiyên jinan êriş hatin kirin. Gel li ber şaredariyan bi rojan nobet girtin û gotin "Hevserokatî xeta me ya mor e" û li pergala hevserokatiyê xwedî derketin.    Di îlona 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatibûn kirin. Qeyûman odeyên luks ji xwe re ava kirin û şaredarî di bin deyanan de hiştin. Her wiha gelek sazî jî girtin an jî dewrî saziyên xwe yên wekî Diyanet û Perwerdeya Gel kirin. Qeyûmên ku ji aliyê gel ve tu carî nehatin qebûlkirin di hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adara 2019'an de ji herêmê hatin paqijkirin. HDP'ê di hilbijartinên herêmî de serkeftin bi dest xist û ferasteke şaredariyê ya bi nêrîna jinê pêş xist.    Bi hinceta KHK'ê mazbata neda   Zihniyeta qeyûmê mazbata nede hevserokên bi rayên gel hatin hilbijartin. 10 roj piştî hilbijartinê bi hinceta bi KHK'ê ji kar hatine avêtin YSK'ê mazbata nedan wan.    Hejmara şaredariyên HDP'ê bi dest xistibû ji 65'an daket 59'an   Serokkomar got Wezareta Karê hundur pêk anî   Hevserokên mazbataya xwe negirtin gilî li darazê kirin. Tayyip Erdogan got "Hewce bike em ê dîsa qeyûm tayîn bikin". Hîn 5 meh ji ser hilbijartinan derbas nebûbû qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin. Hejmara şaredariyên HDP'ê daket 56'an.   9 şaredariyên HDP'ê man   Kesên hatibûn hilbijartin û gel hatin gel şaredariyan û bi rojan çalakî li dar xistin. Welatiyên ku bi êrişa polîsan rû bi rû dihatin hiştin tevî êrişan dîsa jî li ber şaredariyan nobet girtin. Qeyûm tayînî 47 şaredariyan hat kirin. 9 şaredariyên HDP'ê man   Hinek 'îcraatên" qeyûm ev in:   * Qeyûmê tayinî Şaredariya Bêgirê hat kirin tabelayên Mal Pirtûkan a Jinê ya Ayşe Şan û Mala Mêvanan danî û girt.     * Qeyûmê ku tayinî Şaredariya Erdişê bû wêneyên wêjekar û şairên kurdî ên li ser otobosa veguhertibû pirtûkxaneya bi navê ‘Pirtukbês’ jê krin.    * Polîs li Navenda Jinê ya Binevşê hat bicihkirin.   * Cihê beşa serîlêdana li dijî tundiyê ya Muduriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê hat girtin.    * Projeya avzankî ya jinê ya Elbakê hat sekinandin.   * Projeya futbola jinê ya Şaredariya Armûşê hat sekinandin.    * Mêr tayînî Muduriyeta Polîtikayên Jinê ya Giyadînê hat kirin.    * Qeyûm Şaredariya Celadet Elî Bedirxan a Şaredariya Sêrtê xera kir.    * Jinên li Navenda Piştevaniya jinê SELIS'ê dixebitîn tayînî dereke din hatin kirin û mêrek tayinî muduriyetê hatin kirin.