Leyla Arzû Îlhan: Bi ambargoyê dixwazin têkoşînê lawaz bikin 2020-08-13 09:08:26   MEXMÛR - Ligel êrîş û vîrûsa koronayê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ambargo hêj didome. Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzu Îlhan da zanîn wargeh li ser nixên giranbûha hatiye avakirin û got: "Dixwazin pergala ku li wargehê hatî avakirin û têkoşîna ku hatî dayîn bi ambargo û êrîşan lawaz bikin. Em bang li kurdan dikin ku li hemberî lîstokan têbikoşin."    Di 17'ê tîrmehê sala 2019'an de li hemberî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargoyek hat danîn. Her roja ku derbas dibe rewşa penaberan xirabtir dibe û jiyana rojane dixe nava xeterê ye. Ligel daxuyanî, çalakiyên rûniştinê yên dayikên Mexmûrê û bangewaziyên ku hatin kirin jî hêj Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmeta Herêmê û Iraqê bêdeng in. Derbarê geşedanên dawiyê yên Mexmûrê endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzu Îlhan ji ajansa me re axivî.    Leyla Arzû Îlhan di axaftina xwe de li ser mijarên wekî armanca ambargoyê, siyaseta ku li hemberî wargehê tê meşandin, êrîşên arteşa tirk û pêvajoya vîrûsa koronayê (Covid-19) rawestiya.    'Li hemberî wargehê çima ambargo?'    Leyla, di despêka axaftina xwe de bal kişand ser destpêkirina amborgoyê û got: "Li ser ambargoyê salek derbas bû û ambargo bi hevkariya dewleta tirk û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê meşandin. Em wek çêkera wargehê wate didin çima ev dorpêç li ser me tê meşandin. Ev 26 sal in li ser nirxên giranbûha wargeh hatiye avakirin. Tu carî gel dest ji van nirxên xwe yên pîroz û têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê, bê mafiyê bernedaye. Ev gelê wargehê her dem vê meşa xwe ya azadiyê berdewam kiriye. Her roja derbas dibe ev têkoşîn berfirehtir dibe. Çawa ku tevgera azadiyê roj bi roj xwe bi nûbûnê mezin û ava dikê, çêkera wargehê jî parçeyek ji vê yekê ye. Xwe li ser ramanê Rêber Apo bi rêve dibê. Çawa mirovê azad, civaka azad di afirinê xwe azad dikê em jî parçeyek ji vê ne. Armanc dikin ku bi ambargoyê em gavekî paşve bavêjin. Dixwazin têkoşîna me ya heyî lewaz bikin."    'Dixwazin vîna gel bişkînin'   Leyla, diyar kir ku niha pergal di nava krîzekî mezin de ye û dixwaze tola xwe ji civakê bigirê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema ku mirov bi giştî rewşa cihanê temaşe dike pergal di nava kaosekî mezin de dijî. Pergala serwer ê kaptalîzmê û hêzên hegomen niha li ser civakê kaosek didin meşandin. Dixwazin civakê dîl bigrin û serweriya xwe ava bikin. Ev pergala ku xwe li ser dagirkeriyê û diziyê bêmafiyê dide birêvebirin em jî wek dilopek, li hemberî vê têkoşinek didin. Ji ber ku em dibînin û ferq dikin ku ew qas êrîşê li me dikin. Bi çar alî ve êrîşî civaka me dikin. Hem aliyê derûniyê û hem jî aliyê jiyanê de dixwazin gel bibin û gelê li wargehê bê vîn bihêlin. Em niha rewşekî wisa dijîn. Ligel vê rewşê şêniyên Mexmûrê li dijî polîtîkayên tûnekirinê têkoşînekî xurt didin meşandin."   'Li hemberî kapîtalîzmê pergala xwe ava dikin'   Leyla Arzû, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û polîtîkayên ku li dijî wargehê hatî meşandin û wiha axivî: "Nexweşiya vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê belavbûyê bandorê li qada aborî û tenduristiya cîhanê kir. Welatên ku herî peşketî jî di hêla tenduristiyê de binketin nekarin pêşiya vîrûsê bigirin. Neçar man ku teslîmê pandemiyê bibin. Ger welatên ku di aliyê teknîk û teknolojiyê de ewqas pêşketî bû zehmetî keşandin, civakên ku şert û mercên wana kêm in, debara wan a jiyanê kêm in dê çiqas bikaribin li hemberî vê pandemiya heyî xwe biparêzin? Lê belê em şêniyên Mexmûrê di hêla manevî, vîn û têkoşînê de xwe li gorî civakê din xwe bi hêztir dibînin. Fikrê ku em xwe li ser wê birêxistin dikin pargala xwe li ser vê ava dikin. Pergala kapîtalîst sed sal in cîhanê wekî mala malê xwe dibîne, em jî li hemberî pergala kapîtalîst pergala xwe ava dikin. Pergala me heta astekî ber bi çav ava bûye û di pratîkê de ye. Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û li Rojava pergala me heye. Em di şert û mercên herî zehmet de dikarin civakekî nû, civakekê ku bi rastî li gor şêweyê jiyana gerdûnî ya mirovan bidin ava kirin.”   'Ambargo, êrîş û pandemî..!'   Leyla Arzu Îlhan da zanîn ku ambargo, êrîş û vîrûsa koronayê bandorekî neyînî li ser wargehê dike û wiha bi lêv kir: "Lê dema em tên mijara derfetên madî yên di destê me de, bê guman pir pir kêm in. Hem di aliyê tenduristî de hem di aliyê aborî de, di aliyê hîjyena ku li hemberî pandemiyê were pêkanîn de derfetên me pir kêm in. Ji ber ku ligel ambargo û pandemiyê li hemberî wargehê êrîş jî heye. Heke ji ber ambargoyê rê ber negirtibana rewşa me ya li hemberî pandemiyê dê cudatir bibûye. Ji ber ku civakekî birêxistinkirî, civakekî xwe li ser nirxên ekolojîk, wekhevî û li ser hîmê parvekirinê bi hev re dijî, dibe ku bibe civaka herî zêde xwe li hemberî pandemiyê biparêze û bi zirara herî kêm vê derbas bike. Ev cihê kêfxweşiyê ye ku heya niha li wargehê nexweşi nîne. Em niha jî bi vê nexweşiyê re rûbirû ne û xeterê hêj derbas nebûye. Lê em nizanin sibê wê hêza me têrê bike an na? Ji ber gelek sedeman derfetên me bi sînor in. Yek ji van sedeman ambargo ye, êrîşên tûnekirinê ye. Ji ber dorpêça heyî kes nikare li derve bixebite û ev yek jî sedemekî mezin e."    'Bi têkoşînê em dikarin êrîşan berteraf bikin'   Endama komiteyê Leyla, destnîşan kir ku hêjî xeteriya li ser wargehê ji holê ranebûye û axaftina xwe wiha domand: "Xeteriya li ser wargehê zêdetir dibe. Li vir hêj dorpêç didome, êrîşên dewleta tirk didome û pêvajoya pandemiyê didome. Ligel wan jî metirsiya DAIŞ’ê jî li herêmê heye û gelê li herêmê di xeterê de ye. Ger li hemberî van xeteriyan bêdengiyek hebe, em ê bi gelek êş û trajediyan re rûbirû bimînin. Ger em bikaribin êrîşên ku li ser me tê meşandin bi helwesta xwe, têkoşîn û hemû xebatên xwe bertaraf bikin. Em dikarin bi hêza têkoşîna heyî ji hemû civakan re bibin nimûneyek."    'Li dijî dagirkeriyê têkoşîn'    Leyla, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku heta niha hiştiye ku kurd li ser piyan bimîne nirxên kurdî ye. Ji bo vê jî ez bang li kurdan û kurdên ku bi rastî dibêjin ez li ser nirxên kurdbûnê dijîm dikim; li hemberî lîstoka dagirkeriyê ya li ser wargeha me û tevahî Kurdistanê tê meşandin, bi hêza xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê dawî li dagirkeriyê bînin."