Feleknas Uca rapora CPT'ê bir rojeva meclîsê 2020-08-10 14:32:24   AMED - Têkildarî rapora CPT'ê Parlamentera HDP Feleknas Uca, pêşniyarname da meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsên wê bibersivîne û got: "CPT di raporê de biryarên tavsiyeyê dide Tirkiyeyê. Dixwaze girtiyên li Îmraliyê bi girtiyên din re di nava ragihandinê de bin. Ji bo ev maf bê parastin dê gav bên avêtin? Ji bo hevdîtinên malbat û parêzeran ên li Îmraliyê hûn dê raporên mehane bidin CPT'ê?"   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 7'ê tebaxa 2019'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Herî dawî di nîsanê de cara ewil û dawî bi telefonê bi Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Beriya wê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di 6-17'ê gulana 2019'an de li girtîgehan û Girtîgeha îmraliyê ziyaret kiribûn û rapor di 5'ê tebaxê re bi raya giştî re parve kir.    Têkildarî rapora CPT'ê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, pêşniyarname da meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsên wê bibersivîne.  Feleknas, anî ziman ku li gorî rapora CPT mafê Abdullah Ocalan heye ku 3 saetan bi girtiyên din re sohbet bikin û 3 saetan bi hev re sporê bikin û got: "Dîsa xwedî maf in ku 2 saetan bi hev re bername çêkin. Lê tenê 2 kesan derdixin van bernameyan. Dema Abdullah Ocalan vê rewşê cuda dinirxîne cezayê dîsîlîne lê dibirin. CPT rewşa disiplînê wekî avêtina hucreyan pênase dike û wekî tecrîdê dibîne. Ev rewş nayê qebûlkirin. CPT şertên înfaza giran qebûl nake. Dîsa Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re bi taybetî piştî 15'ê tîrmeha 2016'an êdî nikare hevdîtinan bike. Abdullah Ocalan di tebaxa 2019’da de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Lê piştî wê hemû serlêdanên parêzer û malbatan hatin redkirin. CPT destnîşan dikin ku divê hevdîtinên parêzer û malbatê yên bi Abdullah Ocalan re bi rêk û pêk bê kirin."    Parlamenter Feleknas Uca ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsîn:     “ * Birêz Abdullah Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Aliyê wê yê hiqûqiya neteweyî û navneteweyî çiye? Çima destûr nadin girtiyên din ên li îmraliyê hevditin bikin û mafê wan ê ragihandinê qut dikin?    * Sedema hiqûqî ya tecrîdê çiye? Tirkiye peymana li dijî tecrîd û îşkenceyê îmze kiriye. Ji bo dawî li tecrîdê bîne hewldanên we çine?    * Tirkiye endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa ye. Di metnê peymanê de bang dike ku Birêz Abdullah Ocalan û girtiyen li Îmraliyê jî wekî girtiyên din xwedî heq û hiqûq bin. Ji bo rastkirina vê yekê hewldanên we çine?    * CPT di raporê de biryarên tavsiyeyê dide Tirkiyeyê. Dixwaze girtiyên li Îmraliyê bi girtiyên din re di nava ragihandinê de bin. Ji bo ev maf bê parastin dê gav bên avêtin? Ji bo hevdîtinên malbat û parêzeran ên li Îmraliyê hûn dê raporên mehane bidin CPT'ê?    * Tekildarî tecrîda li Îmraliyê berê ji pirsname hatin dayîn û we bersîv neda. Sedema van bersivnedanê çiye?    * CPT, li Girtîgehên Tirktiyeyê tespît kir ku muameleya xerab û îşkence heye. Ji bo hikûmet vê yekê bi dawî bike hikûmet hişyar kir. Hikûmetê ev hişyariya CPT’ê li ber çavan girtiye ya na? Ji bo dawî li îşkence û tecrîdê bîne gavên çawa avêtiye û dê gavên çawa bavêjin. Der barê van kesên îşkence û muameleyên xerab kirine de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?"