‘Zindî yan mirî em Gulîstanê dixwazin’ 2020-07-28 09:08:52   EDENE - Li Dêrsîmê di 5’ê Çile de xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku winda bibû û xebatên lêgerîna wê jî bidawî bibûn. Li dijî bertekan tahliyekirina ava bendavê dest pê kir. Jinan ji bo dîtina Gulîstanê bang kirin û gotin: “Mirî an zindî em Gulîstanê dixwazin. Em dixwazin Gulîstanê bidin hembêza dayika wê.”   Xwendekara Zanîngeha Munzurê ku Beşa Pêşketina Zarokan a Pola Duyemîn dixwend Gulîstan Doku ji 5’ê Çîle de agahî jê nayê girtin. Di çarçoveya xebatên lêgerînê de li bendavê lêgerîn dihat kirin lê di 6’ê Tîrmehê de bi dawî bibû. Li ser bertekên rayagiştî û malbata Gulîstanê û hevdîtina malbatê ya bi wezîrê karên Hundir Suleyman Soylu re hat îfadekirin ku wê bendav bê valakirin. Tahliyeya bendavê hat destpêkirin û ji hemû bajarên Tirkiyeyê jinan ji bo Gulîstanê bang kirin.   Jinên endamên Partiya Kedê ya Edenê (EMEP) banga dîtina Gulîstanê dubare kirin.   ‘Bersiva ji bo dayikê bê dayîn çi ye?   Gulsum Mansur got: “Em li welatekî wisa dijîn ku em windayên xwe nabînin, nikarin xwedî li zarokên xwe derbikevin. Berpirsê nedîtina Gulîstanê rayedarin. Dersîm her derê wê kameraye. Nedîtina jinekê jî baweriyê nade. Em ji rayedaran dipirsin. Gelo hun naxwazin Gulîstan Doku bê dîtin? Hun ji kê vedişêrin? Em îro li hemû windayên xwe digerin. Bi mehane ev jin nayê dîtin. Her her cih jî bi kamerayan hatiye xemilandin. Bendav çima bi mehan berê nehat valakirin.”   ‘Em Gulîstanê dixwazin’   Emîne Arguç jî bertek nîşanê xebatên bidawîkirina lêgerînan da û got: “Divê bi lêpirsînek xurt sûcdar derkevin pêşberî darazê. Em li her derê çalakiyan rêxistin dikin û ji bo dîtina Gulîstanê hewl didin. Sedema nedîtina Gulîstanê hevalê wê yê berê yê mêr û kesên alîkarî didin vî şexsî ne. Em dixwazin ev derkevin pêşberî darazê. Em zindî an mirî Gulîstanê dixwazin. Em dixwazin Gulîstanê bidin hembêza dayika wê. Ji ber ku dayika wê 206 roje rondikan dibarîne.”   Huriye Kîlîs jî destnîşan kir ku cihê Gulîstanê tê zanîn, kujer tên zanîn lê tên parastin û wiha berdewam kir: “Divê bendav bi giştî bê valakirin û Gulîstan teslîmê dayika wê bê kirin. Li vî welatî bi sedan dayik li hestiyên zarokên xwe digerin. Dayika Gulîstanê jî heman hestan dijî. Çi dibe bila bibe em dixwazin demildest bê dîtin.”   *Li Dêrsîmê di 5’ê Çile de xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku winda bibû û xebatên lêgerîna wê jî bidawî bibûn. Li dijî bertekan tahliyekirina ava bendavê dest pê kir. Jinan ji bo dîtina Gulîstanê bang kirin û gotin: “Mirî an zindî em Gulîstanê dixwazin. Em dixwazin Gulîstanê bidin hembêza dayika wê.”DÎMEN HEYE