Huda Kaya: Ev tolgirtina salan e 2020-07-24 09:26:26   Habîbe Eren   ENQERE - Huda Kaya ya HDP’î der barê ku ji aliyê desthilatdariyê ve hedef hatiye girtin de ev nirxandin kir: “Ev ne tola mehan e, ev tolgirtina salan e. Bêguman em her cureyê êrîşê dipên. Em dizanin ku ew di nebaşiyê de çiqas bê sînor in. Lê em ê têkoşîna xwe ya mirovahiyê bidomînin.”   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, operasyonên demên dawî yên li bajarên Kurdan, kuştinên jinan, nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê, hedefgirtina jinên HDP’î nirxand.   ‘Jin di bin êrîşên giran de ne’   Hudayê da zanîn ku jinên muxalefetê ava dikin, hedef tên girtin û jinên di tevgera siyasî ya Kurd de cih digirin di bin êrîşek giran de ne û got: “Sekin û berxwedana jinan dikare pêvajoya xitimînê vebike. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde desthilatdariyê rêveberiyeke tirsê pêk anî û jinan jî li dijî vê yekê dest ji kolanan bernedan. Di 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de bi bilindbûna dengê jinan re travmaya civakî li pey hev hat derbaskirin. Jinan di vî alî de pêşiya civakê vekir.”   ‘Ji mirovên difikirin ne rehet in’   Hudayê balkişand ser qetilkirina xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn û got: “Rêveberiyên partiya desthilatdariyê li ser çapemeniya civakî xemginiya xwe û sersaxî parve kirin. Ji bo heman kesê yên daketin kolanan jî rastî şîdeta hêzên ewlehiya desthilatdariyê hatin. Desthilatdariya ku tehemulê bîranîna Pirsûsê jî nekir, hêzê wê bi awayekî tund êrîş kirin. Bi taybet jinên ciwan rastî şîdeta hov hatin. Desthilatdarî ji mirovên difikirin, diaxivin ne rehet e.”   ‘Jinan bedelên giran dan’   Hudayê daxuyakirin ku bi sedan siyasetmedarên jin girtî ne û got: “Jin bi her alî bedelên giran dide. Niha tê nîqaşkirin ku wê Peymana Stenbolê bê vekişandin. Ev nîqaş tenê jiyana jinan dike xetereyê. Ji roja ku peyman tê nîqaşkirin, jin bê ewle mane û kuştinên jinan zêde bûn. Roja Pinar hat qetilkirin, du jinên din jî hatin qetilkirin. Ji ber ev nîqaş cesaretê dide mêran. Bûyerên tên jiyîn nîşan dide ku divê, Peyman bê çalakkirin.”   Hudayê got tu zarok nikare mahkumê şîdet, zewac û tecawizê bê kirin û wiha pê de çû: “Em îtîrazê vê dikin. Ev feraset dişibe ‘rewşa modernîze ya cariyetiyê’. Di bin navê mehrê de jinan dikin kole. Dixwazin bi kevneşopiyeke ji rê derketî ya modernîst re hatiye rû hev. Ji her aliyê civakê hinek, ji rê tên derxistin.”   ‘Dema min bihîst berteka herî tund min nîşan da’   Hudayê balkişand ser hedefgirtina xwe ya ji aliyê çapemeniya alîgir ya ji ser Tuma Çelîk ve pêk hatiye û got: “Der barê Tuma Çelîk de, bi navbeynkariya Meclîsa Jinê ez agahdar bûm. Di pêvajoya pandemî de em hatin agahdarkirin. Hevalên bi wê re hevdîtin kirine, pirsên xwe bi israr pirsîne û  balkişandiye ser bihevrebûna dildar. Dibêje teqez tecawiz tune, behsa bihevrebûna dildar dike.Lê çapemeniyê ev veguhert îdiaya tecawizê. Ev ji bo me bêguman sedema xemginiyê bû û gotin tune ku em bêjin. Dema ez nû pê hesiyam gelek bi bertek bûm. Ez hîna jî wisa me. Ez vê rast nabînim. Bêguman di alî partiya me û gelê me de, bêcezakirina şîdet û zayendê ne pêkan e. Di vê mijarê de Meclîsa me ya Jinan û Lijneya Dîsîplînê helwesta xwe nîşan da. Di şexsê Tuma Çelîk de li hember min û partiya min êrîş didomin. Tevlîkirina navê min ya vê jî bêguman tol û hêrsa bi salan e.”