'Em xwe ji bo piştî 1’ê îlonê amade dikin' 2020-07-13 09:06:44   Habîbe Eren   ENQERE - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogullari  diyar kir ku piştî 1’ê îlonê jî wê çalakiyên wan bidomînin û got: “Li dijî êrîşên desthilatdariyê wê rêbazên me pêş bikevin.  Hedefa me ya sereke ev e ku em piştgiriyê bidin pêvajoya piştî îlonê jî. Em xwe ji bo dema piştî 1’ê îlonê jî amade dikin.”   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û berdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan Tulay Hatîmogullari, der barê bernameya çalakiyan û plansaziya ji vir şûnde ji ajansa me re axivî.   ‘Armanca me kanalên hevpar bên avakirin’   Tulayê got di asta yekem a Bernameya Têkoşîna Demokratîk de li seranserê Tirkiyeyê bi girseyên demokratîk, STK, komele, sendîka, partiyên siyasî û gelek aliyan re hevdîtin kirine û piştî nîqaşan meş pêk anîne û got: “Di van hevdîtinan de tişta derket holê ku di her alî de meşandina siyasetê nîne. Şertên Tirkiyeyê giran in. Faşizm hebûna xwe kûr dike. Bi taybet demên dawî  qanûnên li dijî mafê mirovan û hiqûqê ne tên derxistin.  Yanî dixwazin vê rewa bikin. Îro li hember muxalîfan zextên giran hene. Hedefa me ya sereke ya di Bernameya Têkoşîna Demokratîk de ev e ku li dijî rejîma yek mêrî kanalên têkoşîna hevpar bên avakirin”   ‘Kes bi tena serê xwe xilas nabe’   Tulayê balkişand ser mudaxaleya li hember baro û parêzeran, şîdeta li ser jinan, hedefgirtina Peymana Stenbolê û got: “Ligel van êrîşên li hember HDP’ê jî derketina asta herî jor. Di encama hevdîtinan de derket holê ku tu kes bi tena serê xwe ji vê xilas nabe û divê têkoşîneke yekbûyî hebe.”   Tulayê her wiha bi lêv kir ku Tirkiyeyê niha li Sûriye, Iraq, Lîbyayê şer daye destpêkirin û got Tirkiye bi hemû welatan re bi hemû cîhanê re polîtîkayeke derve ya bi pevçûn dişopîne. Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di hevdîtinên me kirin de hat îfadekirin ku divê tevgera dersînor bê sekinandin, li şûna şer, di aştiyê re rol bilîzin û aştî bê tesîskirin.”   ‘Em ê hevdîtinan bikin’   Tulayê ev tişt daxuyand: “Em ê di asta duyem a kampanya xwe de hevdîtinên tematîk pêk bînin. Bernameya vê zelal bû. Bi rayagiştî re hat parvekirin. Me hevdîtinên  gelek girîng kir. Li cihê Kanal Stenbolê heye em ê hevdîtinekê bikin.  Min di heman demê de behsa mijara kedê jî kir. Tezmînata kidemê di rojevê de ye. Rewşa esnafan li holê ye. Esnaf dukanên xwe digirin. Em ê li Rihayê bi karkerên demsalî re bên cem hev. Em ê li pirsgirêkên wan guhdar bikin. Em ê li Hatayê hevdîtina bi gelan û baweriyan re pêk bînin.  Sedema me ya tercîhkirina Hatayê ev e ku Hatay cihekî ku gel bi salane ligel hev di nav aştî û biratiyê de dijîne. Lê li wir dewletê provakasyonên mezin pêk anî. Mînak yek komkujiya Reyhaniyê ye. Ji ser vê komkujiyê xwestin pevçûneke Elewî-Suryanî pêk bînin. Wê demê ez li Hatayê bûm. Elewî, Ereb, Xiristiyan û Ermeniyên wir bûn yek. Xwestin birînên gelê Reyhanli bikewînin. Peyamên xweş dan. Ji ber vê me Hatay tercîh kir.”   Tulayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî 1’ê îlonê ku Bernameya Têkoşîna Demokratîk jî temam dibe şûnde, wê mîtîngan pêk bînin û got: “Em ê piştî 1’ê îlonê jî kampanyayên xwe bidomînin. Em ê li dijî êrîşên desthilatdariyê rêbazên xwe pêş bixînin.”