Starta hevdîtinên demokrasiyê ji meclisê hat dayîn 2020-07-07 13:31:07   ENQERE - HDP'ê starta hevdîtinên demokrasiyê bi daxuyaniyekê li meclisê da. HDP'ê diyar kir ku ew ê bi ekolojîst, komên baweriyan, jin, ciwan û ronakbîran re bê gel hev û li dijî şer wê têkoşîna xwe ya aştiyê bidomîne.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta bernameya xwe ya Têkoşîna Demokrasiyê ku pêyê duyem ê bernameya wan e li ber deriyê meclisê bi daxuyaniyekê da. Hevserokên DHP'ê Pervîn Buldan  û Mîthata Sancar û parlementerên HDP'ê tevli daxuyaniyê bûn.     HDP'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêşnûmeya "Pir Baroyî" ku AKP-MHP'ê anî rojevê û Komîsyona Edaletê erê kir. Berdewamiya daxuyaniya HDP'ê wiha ye: "Me li dijî darbeyan meşa demokrasiyê daye destpêkirin. Em pêngava duyemîn li meclîsê didin destpêkirin. Ji bo demokrasiyê em ê ji Enqereyê berê xwe bidin çar aliyê Tirkiyeyê. Em ê di serî de li Enqereyê hevdîtinên demokrasiyê pêk bînin. Em ê bi kesên kedkar, komên baweriyan, ekolojisan, jin, ciwan, ode, sendîka û komeleyên cuda re bên cem hev û hevdîtinên demokrasiyê pêk bînin. Em ê di meşêde îtîrazên xwe bînin ziman. Em ê hêza xwe ya avakirinê nîşan bidin. Bi meşê em ê tîraza xwe bînin ziman. Me di meşa destpêkê de li dijî bê edaletiyê îtîraza xwe anî ziman. Niha jî em ê hêz û baweriya ku karibe edaletê ava bike nîşan bidin. Emê vê hêzê bînin cem hev û bi hevre li dijî despotuyê îtîraza xwe bînin ziman. Em ê bi hevre ji bo avakirina demokrasiyê bên cem hev.    Em wekheviyê dixwazin   Em îtîrazî xizanî, mêtîngerî, kedxwarî, betalî û nelirêtiyê dikin.  Ji bo em wekheviyê pêş bixin em ê bên cem hev.  Ji bo em îtîrazî qedexeya azadiya ramanê bikin em ê bên cem hev. Em îtîrazî yekparêziyeê dikin. Em ê bi hev re pirçandî, pir bawerî û pir rengiye ava bikin. Ji bo em azadiya gelan û wekheviya baweriyan ava bikin em tên cem hev. Ji bo em civakek demokratîk û ekolojîk ava bikin em tên cem hev."