‘Ji karasetan jî rantê digirin’ 2020-07-02 09:09:07   WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Işik da zanîn ku hikûmet ji erdhêjên pêk tê, ji bo bazara TOKÎ’yan bikin dikeve hewldanê û got: “Di erdhêjên ku evqas kes jiyana xwe ji dest didin de jî li pey rantê ne. Gel 20-30 salan kesan deyndar dikin.”   Ji sedî 92’ê axa Tirkiyeyê di bin xeteriya erdhêjê de ye û herî dawî li navçeya Sîvrîce ya Xerpêtê di 24’ê Çile de bi meznahiya 6.8 erdhêj pêk hat. Lê erhêja herî mezin a salên dawî di 23’ê cotmeha 2011’an de li Erdîşa Wanê bi meznahiya 7.2 pêk hat, li pey vê di mijarê de bi meznahiya 5,6 dîsa pêk hat. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes birîndar bûn, bi hezaran xanî hilweşiyan.   Li bajarên ku erdhêj pêk hatine nokteya herî zêde balê dikşîne TOKÎ ne. Piştî erdhêja Wanê TOKÎ’yên hatin çêkirin jî hîna bi pirsgirêkin.   ‘Gel tê mexdurkirin, deyndarkirin’   Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Işik got desthilatdarî li şûna ku li dijî erdhêjan tedbîrê bigire, gel deyndar diek û got: “Ji windahiyên çêdibin ders nayê derxistin û tedbîr nayên girtin. Piştî erdhêja Wanê bi hezaran kes mahkumê konteyniran kirin. Hîna jî gelek malbat di konteyniran de dijîn. Li şûna ev bajar wek herêma karasetê bên îlankirin, li pey rantê ne. Gel neçarî TOKÎ’yên 170 hezarî dikirin û 20-30 salan deyndar dikin.”   ‘Piştevaniya gel tê astengkirin’   Muazzezê destnîşan kir ku piştî erhêja dawî çûne Sarayê û gelek xanî û axuran zirar dîtine û got: “Ji bilî taxa elaçmaz a girêdayê Payîzava, Walîtî, Afad û saziyên din neçûne taxên din. Tespîtek nehatiye kirin.Rayedaran tenê gotine ku windahiya can heye an na. Zirara gel, psîkolijiya zarok û mirovan ji nedîtîve hatiye dîtin. Hejmara xaniyên hilweşandî dibe ku kêm be lê yên zirar dîtine gelek zêde ne. Di serdana me de jî polîsan dorpêç kir û mêze kirin ku di wesayîtan de alîkarî heye an na.    Piştevaniya bi gel re jî tê astengkirin.”   Muazzezê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku cihên ku her tim erdhêj lê pêk bê bila wek herêma karasetê bê îlankirin û wiha dawî lê anî: “Ji bo sala 2020’an wek ‘Sala seferberiya erdhêjê’ bê îlankirin di 13’ê Mijdara 2019’an de me pêşnûme da TBMM’ê. Lê pêşnûme negirtin rojevê û bê bersiv ma. Erdhêjên di 2020’an de pêk hatin jî girîngiya pêşnûmeyê danî holê.”