Pervîn Bûldan: Naxwazin Kurd li tu deran bibin xwedî nasname û statu 2020-06-30 14:32:36   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li dijî êrîşan bi lêv kir ku dewlet û îqtîdara ku bi kurdan re li hev neyê û aştiyê pêş nexe dê winda bike û wiha got:"Naxwazin Kurd li tu deran bibin xwedî nasname û statu. Dewlet û îqtîdara ku bi kurdan re li hev neyê û aştiyê pêş nexe dê winda bike."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civina koma HDP'ê ya li meclîsê de geşedanên dawî nirxandin. Buldan, anî ziman ku rewşa parlamenterên HDP'ê yên bi vîrûsa corona ketine baş e û wiha got: "Niha dermankirina wan didome. Li Cizîrê şewba vîrûsê zêde dibe. Ev yek me dixe nava fikaran. Divê tedbîran ji dest bernedin. Dîsa li bajarên herêmê nexweşî zêde bûye. Bi navê asayîbûnê hêjmaran kêm nîşan didin. Mirovên bi şika vîrûsê diçin nexweşxaneyan wan test nakin. Nexweşxane têrê nakin. Em carek din bang li gelê xwe dikin ku bi derfetên xwe tedbîran bistînin. Em ê bi hemû derfetên xwe li cem gelê xwe cih bigirin."   Pervîn, siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan ê di 29'ê Hezîrana 2007’an de li Bazîrê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha axivî: "Dogan jiyana xwe ji bo azadî, demokrasî û aştiyê feda kir. Di pêvajoya herî dijwar de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokrasiyê pêş bikeve têkoşiya. Dogan dê her dem di dilê me de bijî."   'Bi sedan kesên nexweş ên girtî terkî mirinê kirine'   Pervîn, bal kişand ser qetlîama Sêwasê û wiha lê zêde kir: "Di qetlîama Sêwasê de tenê li wir bidehan mirov neşewitîn. Piştre di wîcdanan de qetlîam berdewam kirin. Di komkujiya Sêwasê de bersûcê herî mezin serbest berdan. Li aliyê din bi sedan kesên nexweş ên girtî terkî mirinê kirine. Bi efûkirina bersûcan carek din Madımak şewitandin. "   Pervîn, da zanîn ku ji ber îqtîdar herî zêde ji HDP'ê ditirse êrîş dike û wiha berdewam kir: "Her tiştî hildiweşînin. Demokrasî, edalet hilweşandin. Aştî bi dawî kirin. Civak anîn hemberî hev. Nifrîn zêde kirin. Pergala hikûmeta Serokomariyê, qeyûm, darbe, bê hiqûqî, binçavkirin, îşkence, xizanî, betalî û sefalet pêş xistin. Ji yekîtiya gelê Kurd û gelê Sûriye ditirsin. Îqtîdar ji windakirin û têkçûnê ditirse. Ji pêşketina demokrasiyê ditirse. Ji bo HDP siyasetê neke wekîltiya wan dixin. Rojnamegeran binçav dikin, digirin û medya muxalîf bêdeng dikin.   'Operasyona li dijî rêxistina Gelê Kurd e'   Pervîn anî ziman ku naxazin gelê Kurd xwe bi rêxistin bikin û wiha pêde çû: "Naxwazin kurd xwe bi rêxistin bikin û bêne cem hev. Naxwazin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi ser avahiya KCD'ê de digirin û KCD'ê mohr dikin. Ji ber ku HDP'ê ji Edîrne û Colemêrgê meşa Enqereyê li dar xist, dixwazin demokrasiyê têk bibin. KCD platforma demokrasî û rewa ya civaka demokratîk e. Kongreya gelan e. Kongre gel bi xwe ye. Ew rêxistina ku deriyê wê şikandin, ji bo aştî û çareseriya vî welatî têdikoşe. Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya li dijî KCD'ê û demokrasiyê ye. Operasyona li dijî rêxistina Gelê Kurd e. Hûn bi van operasyonan nikarin rê li pêş têkoşîna demokratîk, rêxistinbûna jinê, bigirin. Ev operasyon dê rêxistinbûna me û gelê me bêzir zêde bike. Em dest ji tekoşîna demokrasiyê bernadin."   'Berpirsiyarê îşkenceya li Amedê Îqtîdara AKP'ê ya Enqereyê ye'   Pervîn Buldan, bal kişand ser îşkenceya ku polîsan bi kuçikan li Aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi îşkenceyan bi ser mala Aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn de girtin. Li malê bi kuçikan îşkence lê kirin. Berpirsiyarê îşkenceya li Amedê Îqtîdara AKP'ê ya Enqereyê ye. Îqtîdara ku ji bo îşkenceyê got sifir tolerans îşkence bê sînor zêde kiriye. Bi îşkenceya li Amedê dijminantiya li dijî gelê Kurd, li dijî rêxistinbûna jinan, li dijî muxalifan bi rêxistin dike. Li şûna walî û dozger der barê îşkencekaran de lêpirsîn veke wan diparêze."   'Hûn bi vê îşkenceyê nikarin jinan bitirsînin'   Pervîn, bal kişand ser dijminantiya AKP'ê ya li dijî jinê û wiha got: Îqtîdara AKP'ê bi vê yekê carek din dijminantiya xwe ya li dijî jinê aşkere kir. Li her derê li dijî jinê komkuji heye. Çend roj berê li Kobanê di êrîşa hewayî de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar qetil kirin. Li Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedard, li Sîlopiyê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar qetil kirin. Hişmendiya kesên li Parîs û Sîlopiyê jinên kurd qetil kirin û yên li Kobanê jinên Kurd qetil kirin yek e. Hişmendiya wan kesan û ê bi kuçikan îşkence dikin yek e. Gultan Kişanak di 12'ê Îlonê de li Amedê li dijî îşkenceyê li ber xwe da. Jinen siyasetmedar û berxwedêr e. Wê demê Esat Oktay Yildiran bi kuçikên xwe îşkence lê kiribû. Hişmendiya wê demê ya 12'ê Îlonê îro temsîl dike. Hûn bi vê îşkenceyê nikarin jinan bitirsînin. Hûn nikarin wan ji têkoşîna wan dûr bixin."   'Naxwazin Kurd li tu deran bibin xwedî nasname û statu'   Pervînê wiha got:"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kobanê, li her derê li dervê sînor operasyonan li dar dixin. Bi van operasyonan naxwazin gelê Kurd yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin. Bi van operasyonan dixwazin statuya gelê Kurd asteng bikin. Naxwazin Kurd li tu deran bibin xwedî nasname û statu. Dewlet û îqtîdara ku bi kurdan re li hev neyê û aştiyê pêş nexe dê winda bike."   'Gelê Kurd we û zîhniyeta we baş nas dike'   Pervînê wiha got:"Dewleteke şerxwaz a rêyên çareserî û diyalogê ji holê radike ne dikare pirsgirêka kurd ne jî dikare ya Sûriyeyê çareser bike. Ew ê talî pirsgirêka kurd li ser maseyê bê çareserkirin. Reva ji vê yekê tune ye. Kesên ku dijminatiya kurdan dikin û di heman demê de dibêjin em û kurd wekî neynûk û goşt in em vê yekê bi bîra wan de bînin: We ji dîrokê heta niha zilma herî mezin li Gelê Kurd kirin. We kurd avêt bîrên asîdê, we ew daliqandin, we bi îşkenceyan kuştin. We êrîşî gorên wan kirin. We hestiyên zarokê dayikekê bi kargoyê şand û hûn ji mirovatiyê derketin. We şaredariyên kurdan xesp kirin. Gelê Kurd we û zîhniyeta we baş nas dike. Kurd ne neynûk ne jî goşt in. Kurd gel e û ew ê bi nasname û çanda xwe her bijî."   'Baro û hiqûqnas ne xulamên îktidarê ne'   Pervînê bal kişand ser hiqûqê û wiha got:"Berê hiqûq ji holê rakirin û niha jî dixwazin baroyan tasfiye bikin. Zagon, dadger û dozger girêdayî qesrê ne. Qesra edaletê kirin baxçeyê dawî yên qesra xwe. Niha tenê parastin yanî baro mane. Bi rojane mijûl dibin ku parastinê jî ji holê rakin. Pêşniyarek di bin navê sîstema pirjimar a baroyê de dan. Armanca wan ew e ku baroyên qesra xwe ava bikin. Dixwazin rêxistinbûyin û parastina parêzeran ji destên wan bigirin. Baro û hiqûqnas ne xulamên îktidarê ne. Ne Burhan Kuzu ne jî. Em wekî HDP'ê tevî parastinê dibin û em ê heta dawî li gel têkoşîna mafdar a hiqûnasan bin."   'Me hêviya guhertin û serkeftinê mezin kir'   Pervîn herî dawî wiha got:"Me li dijî tirsa îktidarê wêrektî bi rêxistin kir. Meşa HDP'ê gel bi wêrek kir. Hemû kes li dijî vê pêkanînên antîdemokratîk in. Serokên baroyê HDP, parêzer, hunermend dimeşin. Hemû kesên alîgirên demokrasiyê bin berê xwe bi HDP'ê vedikin. Îktidarê nedihişt kes hilmê bistîne lê em bûn boriya bêhnstandinê. Me hêviya guhertin û serkeftinê mezin kir."