Tulay Hatîmogullari: Armanc vekirina eniyên nû yên şer in 2020-06-29 09:07:02   EDENE - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku li Rojhilata Navîn eniyên şer yên nû vebike û got: “Tiştên îro pêk tên plana têkbirina Gelê Kurd e. Divê ev plan tenê di sînorên Tirkiyeyê de neyên fikirîn. Gelek girînge ku Gelê Kurd li dijî êrîşan yekitiya neteweyî ava bike.”   Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li dijî xistina parlamenteriyan, zextên li ser partiyê, tayînkirina qeyûman bi şîara ‘Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ di 15’ê Hezîranê de meş pêk anî. Ligelek bajaran li dijî meşê êrîş pêk hat. Li bajarên herêmê û Tirkiyeyê operasyonên siyasî ddomin û li aliyê din jî êrîşên leşkerî yên li hember Herêma Federal a Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Yek ji van êrîşan di 23’ê Hezîranê de li gundê Helînce yê Kobanê pêk hat. Di êrîşa SÎHA’yan de 3 jinên Kurd endama Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Star Zehra Berkel, endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û Emîne Veysî hatin qetilkirin.   Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari polîtîkayên Tirkiyeyê û operasyonên dersînor nirxand.   ‘Eniyên şer li dijî Kurdan e’   Tulayê got AKP’ê Tirkiye tevlî şerê Lîbyayê kiriye û bi salan e tevlî şerê Sûriyeyê ye û got: “Bi piştgiriya da çeteyan şer mezin kir. Desthilatdarî bi vê jî sînor nema li Iraqê ket hewldana vekirina eniyên nû. Aşkera xuyaye ku AKP bi PDK’ê re dixwaze çi bike. Pergala dewletê ya ku her tim dixwaze pirsgirêka kurd bi çekê çareser bike heye. Tiştên îro jî pêk tên planên têkbirina  Gelê Kurd in.”   ‘Konsepta şerê taybet di dewrê de ye’   Tulayê wiha berdewam kir: “Tirkiyeye li Sûriyeyê bi 'polîtîkayên neo osmanî’ helwesta xwe didomîne û li aliyê din jî hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên Gelê Kurd ji holê rabike. Bi heman awayî li Iraqê jî hedef dike ku hebûna Gelê Kurd ji holê rabike. Bombebarana li herêman li hember sivîlane. Ji bo Wargeha Mexmurê ya di bin kontrola NY’ê de ye, divê NY pêngavên şênber bavêje. Berovajî vê jî, niyeta NY’ê ya ku em sivîlan diparêzin jî wê ji holê rabike. Em dizanin ku li hember Kurdan konsepteke şerê taybet ketiye dewrê.”   ‘Yekitiya gelan girîng e’   Tulayê balkişand ser yektiya neteweyî ya gelê Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek nivîskar, rewşenbîr û ronakbîtên Kurd banga yekitiya neteweyî dubare dikin.Em wek HDP jî vê bangê dubare dikin. Li dijî polîtîkayên şer yên AKP’ê hewcedarî bi yekitiya gelan heye. Ev yekitî pêk neyê, îhtîmala windakirinên mezin hene. Kurdan, Ereb, Ermenî, Êzidiyan bi hev re li dijî DAIŞ’ê û çeteyên din têkoşînên cidî dan. Avabûna dînamîkek gelan girînge. Hêza xilaskirinê ye.”   ‘Jin hedef tên girtin’   Tulayê têkoşîna li Kobanê li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn bi bîr xist û daxuyakirin ku pêşengên vê berxwedanê jin bûn û got: “Qetilkirina sê siyasetmedarên jin yên li Kobanê jî raste rast bi vê re girêdayî ye. Armanca ku berxwedana jinê bê şikandin, jin di siyasetê de cih negirin heye. Ji ber vê jin hedef tên girtin. Divê gelê Kurd li dijî van lîstikan yekitiya xwe ava bike.”