Têkoşîna jinê li her derê ye: Em li qadan bên gel hev 2020-06-29 09:05:30   Gulîstan Azak   STENBOL - Jinan diyar kirin ku kampanyaya ku Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşmeya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ daye destpêkirin, bi piştevaniyê mezin bûye û gotin: “Kampanya me tevî qedexe, pandemî û astengiyan didome. Wê bidome. Em serbilindiya mafdar a berxwedanê dijîn.”   Di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li hember jinên li hemû cîhanê zêde bibû. Li Tirkiyeyê jî li ser bangê li malê xwe bin, her kes li malan man. Tevî isra jinan pakêta pêşîgirtina lezgîn a li dijî şîdetê nehat avakirin. Jin di vê pêvajoyê de bi gumanbarên şîdetê re di malê de man. Her wiha di 13’yê Nîsnê de qanûna înfazê ya nû ji meclîsê hat derbas kirin û bi vê re jî gumanbarên şîdetê şandin malên wan.   Her wiha dîsa saziyên jinan hedef hatin girtin û li dijî Komeleya Jinan a Rosa û rêveberên wê di 22’yê Gulanê de operasyon pêk hat û gelek endamên wê hatin girtin. Ligel vê di pêvajoya pandemî de tayînkirina qeyûman jî hat kirin û pergala hevserokatiyê hedef hat girtin.   Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî van êrîşan di 10’ê Hezîranê de bi dirûşma ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de jin di çalakî û bernameyan de hatin gel hev. Jinan girîngiya kampanyayê û hevdîtin û çalakiyên wê vegotin.   ‘Em serbilindiya mafdar a berxwedanê dijîn’   Endama rêxistina HDP’a Şîşliyê Fatma Ozturk bilêv kir ku ew ji bo mafên xwe li qadane û balkişand ser polîtîkayê hikûmetê yên jin û zarokan hedef digire. Fatmayê daxuyakirin ku hewl tê dayîn ku jinan bikin kole û wiha pê de çû: “Mafê jinan nayê nasîn. Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 pêk nayê. Em ê li dijî vê ferasetê bin. Tevî pandemî, qedexe, astengî û operasyonên polîsan berxwedana me didome. Em serbilindiya mafdar a berxwedanê dijîn.”   ‘Wê bi piştevaniya jinan bidome’   Ji Jina Demokrat a Nû, Asli Ceren Aslan, wiha got: “Di pêvajoya pandemî de me dît ku mafê jinan yek bi yek ji destê wan tê girtin. Tayînkirina qeyûman, pêşnûmeya efûyê ya der barê gumanbarên îstîsmarê de û gelek pêkanînên din. Pergala serdestiya mêr belav dikin. Di vê çarçoveyê de kampanya me gelek girînge. Ev kampanya wê bi piştevaniya jinan mezintir bibe.”   Endama Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yazgul Yildirim jî banga têkoşînê kir û wiha pê de çû: “Pêvajo li ber çavên me hemûyan tê jiyîn. Kuştinên jinan zêde dibin, kujer ji aliyê dadgehan ve tên parastin. Parlamenteriya parlamenteran tê xistin. Emê li dijî vê darbeyê her tim zimanê aştiyê ava bikin. “   Dayika Aştiyê Cemîle Çîftçî jî li dijî êrîşan bang kir û got: “Yekane riya parastina jiyanê qadin. Em li qadan bêngel hev.”   ‘Em êrîşa teşhîr dikin’   Hevseroka HDP’a Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk jî bertek nîşanê êrîş û operasyonan da û daxuyakirin armanca kampanyaya wan eve ku pêkanînên mijara gotinê ne teşhîr bikin.   Endama Meclîsa Jinan a Kartal ya HDP’ê Munevver Berk jî wiha got: “Li dijî şîdeta li ser jinê ya bê navber didome bêguman wê têkoşîn jî raneweste. Em ji bo gotina xwe bêjin em li kolanan bin. Li qadan bin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Ji bo vê jî em ê li qadan bin.”