'Yekîtiya xwe avabikin hebûna xwe biparêzin' 2020-06-28 09:05:16   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd, derbarê girîngiya yektîya partiyên kurdî de nêrîn da û wiha got: “Kurdên ku bi sal ne li benda vê yekîtiyê bûn ku maf, hebûn û nasnameya wan di nav de bê parastin. Em ê yekitiya xwe avabikin hebûna xwe biparêzin.”    Gelê Kurd li tevahî Herêmên Kurdistanê li benda pêkanîna yekîtiya kurdî bûn. Di encamê gelek bangewazî û hevdîtinan de heya asteke bilind partiyên kurdî li hev rûniştin û gihaştin encamên erênî ji bo yekîtiya kurd. Bi yekîtiyê re hêz xurt dibe û dijmin nikarin dest bavêjin nirxên civakan. Têkildarî girîngiya avakirina yekîtiya  kurdî Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd nêrîn da û bi me re parve kir.   'Avakirina yekîtiya kurdî mayindeya hebûna Gelê Kurd e'   Hêvîn di destpêka axaftinên xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina yekîtiyê ku hemû kurd di nav de bibin xwedî nasname û wiha got: “Di nava rewşa ku herêm tê re derbas dibe avakirina yekîtiya kurdî pir pêwist bû. Mirovên kurd  ku bi sala ne li benda vê yekîtiyê bûn da ku maf, hebûn û nasnameya wan di nav de bê parastin. Di qonaxa yekemîn ya avakirina yekîtiyê de bi nîqaşên serkeftî derbas bûn û gavên pir pîroz hatin avêtin. Em bi hêvîne ku di dema pêş de jî mizgîniyên xweştir ji me re bên di aliyê avakirina vê yekîtiyê de. Avakirina yekîtiya kurdî mayindeya hebûna Gelê Kurd e.”     'Dijmin naxwazin yekîtî ava bibe'   Hêvîn di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ser berjewendiyên  dewletên ku naxwazin yekîtiya kurdî avabibe û wiha pê de çû: “Beriya ku lihevkirineke kurdî çêbibe, hemû dewletên ku dijminatiya kurdan dikin û di serî de jî Tirkiyê bi hemû rêbazan rê li ber çareseriyan digirtin. Her dewletekê berjewendiyên xwe parastin û ser hesabê kurdan ji xwe re lihevkirin pêktanînin. Dibe ku hin aliyên kurdî dereng ji van planan re hişyarbûn, lê ya girîng ku niha li dijî hemû rengên zilmê em bikarin hêza xwe bikin yek.”   Hêvîn wiha dawî li axaftinên xwe anîn: "Bi yekîtiyê re hêza me mezin dibe û îradeya me xurt dibe. Em dikarin bi yekîtiya xwe hemû rengên dagirkeriyê ser welatê xwe bi dawî bikin. Bila dilê mirov kurd êdî rehet bijî. Yekîtiya xwe avabikin hebûna xwe biparêzin.”