Ebru Gunay: Ji bo asayîbûnê aştî û demokrasî divê 2020-06-23 11:16:17   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku di "Meşa Demokrasiyê" de pirsgirêka herî mezin şer pêdiviya herî mezin jî aştî bû û wiha got:"Wekî ku hukumetê digot hemû tişt ne asayî bû. Ji bo her tişt asayîbûnê be divê aştî û demokrasî hebin. Me dît ku ev tune ye. Me ev yek jî ferq kir; tevî pandemiyê mirov li kuçeyan bûn û bi rastî jî aştî û demokrasî dixwestin."   Qeyûm tayînê 45 şaredariyên HDP’ê kirin, parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hatin betalkirin û piştre jî Musa Farisogullari girtin. Di pêvajoyê vîrûsa koronayê (Covid-19) de avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef hatin nîşandan. Bi dehan endam, rêveber, hevserok û hevşaredarên partiyê hatin binçavkirin û girtin. Li dijî vê yekê HDP, di 1’ê hezîranê de bi navê "Bi hev re ber bi pêşerojeke demokratîk ve” belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû ji raya giştî re aşkera kir. Piştre jî bi navê “Li dijî Darbeyê Meşa Demokratîk” di 15’ê hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê hat destpêkirin. Di 20'ê hezîranê de jî li Parka Meclîsê a Enqereyê bi daxuyaniyekî hat bi dawî kirin. Çalakî û bernameyên HDP'ê dê heta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bidome. Derbarê meşê û plansaziya pêşerojê de Berdevka HDP'ê Ebru Gunay ji ajansa me re axivî.   Ebru, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser meşê û wiha got: "Ez tevlî meşa Colemêrgê bûm. Piştî ku biryara meşê hat dayîn li her bajarî walîtî ketin û derketina bajêr qedexe kir. Xwestin di navbera mem û gel de dîwarek danîn. Kesên ku ji navçeyê dixwest bên Colemêrgê hatin astengkirin. Li her derê Colemêrgê hat dorpêç kirin. Ne dixwastin gel nêzî me bibin. Li Wanê jî heman tişt pêk hat û hemû kolanên wanê hatin dorpêçkirin. Li Tetwana Bedlîsê jî bi dehan welatî li ber rê ji bo pêşwazîkirinê sekinibûn. Lê li Bismila Amedê em bi êrîşê re rûbirû man. Di rêvitiya di navbera bajaran de her tim konvoyeke leşkerî li pêy me bû. Dixwazin gel bitirsînin."   'Şer ji vîrûsê xetertir e'   Ebru, di axaftina xwe de bal kişand ser pira Denîz Gezmîş û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em li ber Pira Denîz Gezmîşê civiyan. Di rastiya xwe de ev pir ji bo xwişk û biratiya gelên li Tirkiyeyê dijîn îfade dike. Têkoşîna ku ew dabûn destpêkirin îro em didomînin. Me xwest em ji Edîrne û Colemêrgê Edîrne bînin cem hev. Her wiha hûn jî dizanîn ku me di 1'ê Hezîranê de deklarasyoneke bi 9 xalan pêk dihat aşkerakir. Me xwest pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê bi têkoşîneke hevpar bidin çareserkirin. 1'ê Hezîranê de me bang li kurd, ereb, suryanî, jin û ciwan kir. Me bang li tevahiya Tirkiyeyê kir. Me bang li tevahiya hêzên muxalîf ên Tirkiyeyê kir. Me di meşê de dît ku li Colemêrg, Wan, Tetwan û Bedlîsê hêzeke leşkerî hebû. Li vir jiyaneke asayî tune bû.Wekî ku hikûmetê digot hemû tişt ne normal bû. Ji bo her tişt normal be divê aştî û demokrasî hebin. Me dît ku ev tune ye. Me ev yek jî ferq kir; tevî pandemiyê mirov li kuçeyan bûn û bi rastî jî aştî û demokrasî dixwestin. Li vî welatî ji bilî vîrûsê tişta herî bi xetere şer e. Roja ku meşa me dest pê kir îqtîdarê êrîş bir ser Maxmûr û Şengalê. Bi kuştina sivîlan îqtîdar bersiv da meşa me. Me di vê pêvajoyê de dît ku şer pirsgirêka herî mezin e û li dijî şer jî aştî hewcedariyek e."    'Bi şer û nîjadperestiyê xwe bi hêz dike'   Ebru, diyar kir ku çawa tecrîd tê girankirin şer jî giran dibe û wiha dom kir: "AKP'ê bi tecrîdê pêvajoyê bi rêve dibe. Dixwaze welat bi tevahî tecrîd bike. Li Tirkiyeyê aştî bi birêz Ocalan pêk tê û di her rewşê de di aştiyê de israr dike. Deklerasyona birêz Abdullah Ocalan nîşan dide ku Ocalan di aştiyê de bi israr e. Lê îqtîdara AKP'ê jî starta şer da û di 9'ê cotmehê de êrîşê Rojava kir. 18 sal in AKP îqtîdar e ji her pêvajoyê berbipsiyar e. Birçîbûn, xizanî, şîdeta li hemberî jinê û hwd. Îqtîdar tenê alîgirên xwe û sermayedarên xwe diparêze. Bi derxistina Qanûna Înfazê tenê êrîşkar û mafyayê parast. Girtiyên siyasî bi mirinê re rûbirû hişt. Bi polîtîkayên şer û nîjadperestiyê xwe bi hêz dike."    'Heta 1'ê Îlonê çalakî...'   Berdevka HDP'ê Ebru, da zanîn ku "Plana Çalakiyên Demokratîk" dê heta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bidome û wiha axivî: "Meşa me meşeke dirêj e. Em ê heta aştî û demokrasî bê vî welatî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo pêşerojê plansaziyên me hene û em ê ji raya giştî re parvebikin. Meşe me gavek bû. Her wiha kampanyaya Meclîsa Jinan 'Li her derê têkoşîna jinan" jî didome. Her wiha me meşa xwe ya demokrasiyê di Lijneya Rêveberiya Navendî de nirxand. Nirxandinên girîng derketin holê. Nîqaş û hevdîtinên ku me kir me bi hev re şîrove kir. Em li ser pêvajoya siyasî rawestiyan. Di civînê de hat diyar kirin ku êrîşên li hemberî Şengal û Rojavayê nayên qebûlkirin. Her wiha di civînê de diyaloga PYD û ENKS û gav avêtina erênî hat pêşwazîkirin. Li ser nîqaş û nirxandinên ku hatî kirin plansaziyek hat derxistin."   'Îqtîdar ji polîtîkayên me ditirse'   Ebru Gunay, di axaftina xwe de bal kişand ser betalkirina parlamenteriyan û wiha mijar şîrove kir: "Kiryarên ku AKP'ê dike bi serê xwe darbey e. Parlamenterên me girtî ne, hevserokên me yên dema borî girtî ne, bi hezaran rêveber û hevserokên me girtî ne, hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan girtî ne. Li hemberî HDP'ê êrîşeke pergalî tê meşandin. Niha jî nîqaşên 'Bila HDP'ê bê girtin' tê meşandin. Îqtîdar ji polîtîkayên HDP'ê ditirse."   'Sedsala 21'an dê bibe sedsala jinê'   Ebru, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êrîşa li hemberî jinê her ku diçe zêde dibe û mijar wiha nirxand: "Partiya me wekî partiyeke jinê tê pênasekirin. Ev tişt bandorê hemû mekanîzmayên me yên partiyê dike. Polîtîkayên me felsefe û nêrîna jinan esas digire. Çend di nava pergalê de rehetiyek hebe, lê belê rastiyek heye ku zehmetiyên wê jî hene. Ji ber ku nêrîna serdestiya 5 hezar salan heye. Li dijî vê jî têkoşîneke mezin hewce ye. Lê em bi rêhevaltiyê dixwazin ji zehmetiyan rizgar bibin. Em herin ku jî hêza jinê dikeve devrê. Ev tişt baweriyek dide me. Niha îqtîra êrîşê destkeftiyên jinan dike û êrîşê pergala hevserokatiyê dike. Her wiha derketina Qanûna Înfazê tê wateya hedef nîşandan jinê. Êrîşa li hemberî Komeleya Jinan a Rosayê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tê wateya meşrû dîtîna şîdeta mêr. Têkoşîna jinê û azadiya jinê bi rehetî nayê bidest xistin. Bi ked û bedelek mezin em hatin van rojan. Ji ber vê em dibêjin têkoşîna jinê li her derê ye. Ez vê tiştî bi baweriyeke xurt dibêjin sedsala 21'an dê bibe sedsala jinê."