‘Em ê bi rêxistinbûnê bersivê bidin êrîşan’ 2020-06-23 09:18:12   WAN - Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Buşra Kuyun, diyar kir ku desthilatdarî ji rêxistinbûna jinên ciwan ditirse û got: “Bi taybet li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet berê xwe didin jinên ciwan. Em ê li dijî êrîşan li her qadê xwe rêxistin bikin.”   Endama Meclîsa Jinên Ciwan a Meclîsa Partiya HDP’ê Buşra Kuyun zext û zordariyên li ser ciwan û jinan nirxand. Buşrayê bi lêv kir ku desthilatdarî ji ber ji rêxistinbûna ciwanan ditirse ciwanan dike hedefa êrîşan.   Buşrayê diyar kir ku têkoşîna ciwanên rêxistinkirî tê wateya pêşketina civakê wiha berdewam kir: “Ger ciwan bi rêxistin bin wê dawiya AKP û MHP’ê bînin. Ji ber jî ji bo ciwanan bavêjin plana dawî her cureyê lîstikên qirêj dilîzin. Di pêvajoya vîrûsê de gelek ciwanên desthilatdarî rexne kirin hatin binçavkirin. Gelek ciwan jî hatin revandin û sîxurtî lê hat ferzkirin. Ciwan ji ber pirsgirêkên jiyan hewl dan întîxar bikin. Desthilatdarî bi giştî bêhêvîtiyê li ciwanan ferz dike.”   ‘Gotinên desthilatdariyê rastiyê nîşan nade’   Buşrayê daxuyakirin ku li hember jinên ciwan zextek cudaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ji ber pêşeng, afrîner û hêza xwe her dim dibe hedefa desthilatdariyê. Rewşa li Wanê tê jiyînê jî ev e. Her tim çalakî bername tê qedexekirin. Jin dema derdikevin kolanê bi êrîşên hêzên ewlehiyê re tên rû hev. Dîsa di pêvajoya dawî de bi kuştinên jinan re li Wanê li gelek cihî kuştinên jinan û întîxar zêde bûn. Desthilatdarî îdia dike ku di vê pêvajoyê de şîdeta li ser jinê kêm bûye. Tu gotinên desthilatdariyê rastiyê nîşan nade.”   ‘Faşîzmek li civakê tê ferzkirin heye’   Buşrayê her wiha destnîşan kir ku ev pêkanîn polîtîkayên şerê taybete û wiha pê de çû: “Bi taybet li Kurdistanê li hember jinên ciwan polîtîkayên şerê taybet pêk tê. Ji windakirina Gulîstan Doku bigirin heta revandinan faşîzmek li civakê tê ferzkirin. Yên li dijî vê disekinin jî tên tehdîdkirin.”   ‘Desthilatdariyê rê li ber kuştinên jinan vekir’   Buşrayê anî ziman ku di vê pêvajoyê de jin li malê bi şîdetê re rû bi rû hatine hiştine û di vê pêvajoyê de mekanîzmayên delwetê pêk nehatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di pandemî de stargeh hatin girtin û jin şandin malên wan. Bi qanûna înfazê re gumanbar hatin berdan. Desthilatdariyê îmze avêt kuştinên nû yên jinan. Meclîsa Jinên Ciwan li dijî vê starta kampanyayek nû da. Em ê li her qadê bersivê bidin rêxistinbûnê. Emê têkoşîna xwe mezin bikin û dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin.”