Eylem Dogan: Min berxwedana jinê nîşan da 2020-06-18 09:05:51   STENBOL - Rêvebera HDP’a Stenbolê Eylem Dogan ku di hevdîtina li Sîlîvriyê ya ‘Meşa Demokrasiyê ya li Dijî Darbeyê’ de ji aliyê polîsan ve bi erdê re hatibû kaşkirin û ji bo neyê binçavkirin li ber xwe da, bi polîsan şûnde gav da avêtin. Eylemê da zanîn ku hêza berxwedanê ji jinan girtiye û got: “Em ê bi faşîzmê, tacîzkaran û yên şîdetê pêk tînin şûnde gavê bidin avêtin.”   ‘Meşa Demokrasiyê ya li dijî Darbeyê’ ya ku HDP’ê di 15’ê Hezîranê de li Edîrne û Colemêrgê da destpêkirin li Sîlîvrî û Wanê bi êrîşa polîsan re rûbirû hat. Di êrîşan de gelek kes bi erdê re hatibûn kaşkirin, derbkirin û binçavkirin. Li Stenbolê jî li ber Navenda Dan û Stanê ya Sîlîvriyê gel hat cem hev û polîsan li wir hewl dabû Rêvebera HDP’a Stenbolê Eylem Dogan binçav bikin. Lê Eylemê li dijî binavkirinê li ber xwe da. Li ser vê bi dehan polîsan êrîşî Eylemê kirin, bi erdê re kaş kirin û lê dan. Lê Eylemê dest ji berxwedanê berneda û polîs jî neçar man vekişin.   ‘Bi taybet berê xwe dan jinan’   Eylemê diyar kir ku di seranserê rê de bi astengiyan re rûbirû mane û wiha pê de çû: “Bi taybet jî êrîşî jinan dikirin. Em li benda hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bûn. Qad bi giştî dorpêç kirin. Dora me girtin. Korîdor hat avakirin. Wesayîtên binçavkirinê anîn qadê. Hemû mase girtin bin dorpêçê. Me jî got em qadê vala nakin, em meşa xwe pêk tînin. Di vê navberê de ez jî li maseya ku parlamenter lê runiştibûn dimam. Berê xwe dan me. Gotin ji maseyê rabin. Ji ber em ranebûn mudaxale kirin. Bi taybet berê xwe dan jinan û li me dan.”   ‘Min berxwedana jinê nîşan da’   Eylemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku nêzî 10 polîsan li wê dane û hewl dane ku binçav bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min jî berxwedana jinê nîşan da. Wê rojê du caran berê xwe dan me. Wê rojê bi destê jinê êrîş li hember jinê hebû.Bi destê jinê şîdet li jinê hat kirin.”   ‘Hewl da zenda min bişkînin’   Eylemê daxuyakirin ku polîsekî mêr hewl daye zenda wê bişkîne û ev tişt anî ziman: “Em du caran bi êrîşê re rûbirû man, lê me li ber xweda û ji ber vê neçar man şûnde xwe bikşînin. Lê bi çavan tacîz kirin. Ez ji qadê derneketim. Duh me çawa li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin. Ez hêza berxwedanê ji jinan, ji rêxistinbûna jinan digirim.”   ‘Berxwedan serkeftinê tîne’   Eylemê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku HDP partiyeke jinan e û wiha dawî lê anî: “Em jinên HDP’yî hêza xwe ji rêxistina xwe digirin. Sedema şûnde gav avêtina polîsan, rêxistinbûn û hêza jinê bû. Li wir ev dîtin. Berxwedan serkeftinê tîne. Em ê li dijî faşîzmê, tacîzkaran û yên şîdetê pêk tînin şûnde gavê navêjin.”