Meclîsa Jinan a HDP'ê çûn serdana Halkevleriyê 2020-06-12 14:54:01   ENQERE - Di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê çûn serdana Halkevleriyê û di serdanê de peyama domandina têkoşîna bi hev re hat dayîn.    Di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" ya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û endamên meclîsê Nadiye Gurbuz û Latîfe Kahya çûn serdana Halkevleriyê. Sekretera Jinan a Halkevleriyê Nebiye Mertturk, sekretera perwerdeyê ya Halkevleriyê Betul Ozturk û endama Lijneya Rêveberiya Halkevlerî ya Keçîorenê Aysun Gençtanir wan pêşwazî kirin.    Ayşe di serdanê de bal kişand ser kampanyayê û got: "Di pêvajoya pandemiyê de li hemberî şaredariyên HDP'ê qayûm hatin tayînkirin û mafê bijartin û hilbijartina welatiyan hat binpêkirin. Bi qeyûm li hemberî pergala jinê êrîşek heye û pergala hevserokatiyê hedef hatin girtin. Mekanîzmayên ku nêrîna jinê tunebe li vir jin nayên jî dîtin. Her wiha di pêvajoya pandemiyê de jin hertim li kolanan bûn. Em ê li dijî êrîşan li kolanan bin. Em paşve gav navêjin."   Nebiye, diyar kir ku di vê pêvajoyê de hatina jinê li gel hev zehmet bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Çend hatina li gel hev zehmet be jî jin di vê pêvajoyê de dîsa li kolanan bûn. Em kesên ku nayên dîtin her tim di nava têkoşînê de bûn. Kampanyaya ku we dayî destpêkirin girîng e û dirûşmeya we jî ji bo hatina jinan li gel hev jî girîng e. Bi rastî em êdî nikarin 'Em nikarin behna xwe vedin', em ê bi her re têbikoşin."   Aysûn, da zanîn ku piştevaniya jinan baweriyek dide û wiha axivî: "Me di pêvajoya pandemiyê de baweriya xwe windanekir. Di vê pêvajoyê de şîdeta fîzîkî ya di nava malê de betir zêde bû û niha jî zêde ye."   Nadiye, daxuyand ku tiştên dihatin gotin bêtir di pêvajoyê vîrûsê de bêtir hat dîtin û wiha bi lêv kir: "Tiştên ku me digot û radigihand di dema vîrûsê de bêtir derket holê. Niha qanûnên ku hatî derxistin binêrin, bi qanûnan destkeftiyên jinan hatin xespkirin."   Latîfe jî di axaftina xwe de bal kişand ser Qanûna Înfazê û got: "Em ê bêtir Qanûna Înfazê bigirin rojeva xwe û dê bernameyeke wekî 'Kursiya Mor' avabikin."