Muazzez Orhan: Siyaseta îmha û înkarê bi destên AKP’ê tê meşandin 2020-06-08 09:20:49   WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku xistina parlamenteran yek ji darbeyên dîroka Tirkiyeyê ye û got: “Tu polîtîkaya ku li ser înkar û îmhaya Kurdan hatiye meşandin negihiştiye serkeftinê. Berovajî vê têkoşîn mezin bûye.”   Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde OHAL hat îlankirin û her carê sê mehan 7 caran hat dirêjkirin. Her çiqas di 19’ê Tîrmeha 2018’an de bê rakirin jî bi awayekî fîlî di roja îro de didome. Herî dawî di pêvajoya vîrusê de zext û qedexe zêde bûn. Binçavkirin, girtin û tayînkirina qeyûman lez bû. Herî dawî jî parlamenteriya parlamenterên HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlmaneterê Amedê Musa Faris ogullari û her wiha parlmaneterê CHP’ê Enîs Berberoglu hat xistin. Piştî vê jî parlamenter hatin girtin.   Parlamentera Wanê Muazzez Orhan, geşedanên li bajar û polîtîkayên hikûmetê ya li hember partiya wan nirxand.   ‘Polîtîkayên desthilatdariyê civak ji hev kiriye’   Muazzezê da zanîn ku li bajar qedexe hatine rawestandin û qeyûm li gorî xwe pêvajoyekê pêk tîne û got: “Em van pêkanînan tu car qebûl nakin, em ê li berxwe bidin. Li seranserê welat bi taybet li hember gelê Kurd û hemû muxalîfan polîtîkaya zextê mezin dibe. Polîtîkayên yekparêz û cudakariyê yên desthiladariyê ku 18 sale dimeşîne, di civakê de bûye sedema hestên kîn û nefretê. Di encama van polîtîkayan de ciwanekî Kurd hat qetilkirin. Bi qanûna înfazê ya dawî re gelek gumanbarên şîdetê hatin berdan. Bi vê pêşiya kuştinên jinan vekirin. Dîsa kesên li dijî zarokan sûc kiribûn hatin berdan. Di desthilatdariya 18 salî de binpêkirineke mezin ya kedê, îstîsmara zarokan, kuştinên jinan, krîza aborî hat jiyîn.”   ‘Dixwazin jin û muxalîfan bidin sekinandin’   Muazzezê di berdewamiya axaftina xwe de HES’ên li bajarên Kurdan tên çêkirin, êrîşên li hember goran, tayînkirina qeyûman, girtina saziyên jinan û ligel vê êrîşên li hember HDP’ê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xistina parlamenteriyan jî mînaka vê ya herî şênber e. Pratîka ku vê zîhniyetê ava kiriye, berhema dijminahiya li hember Kurdan e. Jin û muxalîfên li dijî vê disekinin jî rastî zext û çewisandinê tên.”   ‘Tu dîktatoyal heta dawî nikare bimeşe’   Muazzezê bi lêv kir ku li gelek deverên cîhanê li dijî nîjadperestî û faşîzmê berxwedan mezin dibe û li welat jî li dijî polîtîkayan berxwedan didome. Muazzezê daxuyakirin ku di seranserê dîrokê de tu rejîmeke dîktatoryal bi salan hebûna xwe neparastiye û got: “Têkoşîna jinan a hatiye bidestxistin, wê bibe têkoşîna civakan. Faşîzma AKP-MHP’ê mixabin polîtîkayên xwe xistin dewrê. Siyaseta îmhayê bi destê AKP’ê tê meşandin. ”   'Dîrok bi têkoşînên Leylayan tije ye'   Muazzezê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna jinên Kurd didome. Îro di şexsê Leylayan de, têkoşîna Kurd, têkoşîna azadiya jinan, têkoşîna jiyana azad a gelan cihê xwe girtiye. Dîrok bi têkoşînên Leylayan tije ye. Ji Leyla Qasiman heta Leyla Guvenan ev têkoşîn didome. Bloka faşîzmê ya AKP û MHP’ê jî mahkumê windakirinê ye.”