Feleknas Uca: Li hemberî kurdan dijminatiyeke topyekun heye 2020-06-06 09:09:24   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca bal kişand ser êrîşên demên dawiyê û got: "Ciwanek kurd li emniyetê bi îşkenceyê re rûbirû dimîne, ciwanek ji ber ku strana bi kurdî guhdar dike tê kuştin, pirtûkxaneya Mir Celadet Bedîrxan tê hilweşandin, hestiyê zarokek bi korgoyê ji dayik re tê şandin û cenaze li peyareyê tên definkirin! Piştre jî qala xwişk û biratiyê dikin. Lê li hemberî kurdan dijminatiyeke topyekûn heye."    Gelek caran li Tirkiyeyê qala xwişk û biratiya gelan tê kirin lê pratîkên ku derdikevin holê vê tiştî pûç dike. Siyasetmedar, hevşaredar, parlamenterên kurd,  aktivîstên jin û rêveberên saziyên jinan hatin girtin. Her wiha êrîşên li hemberî çand, ziman û dîroka kurdan jî bi her awayî didomin. Derbarê wan mijarê de Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca ji ajansa me re axivî.    'Êrîşê nirxên kurdan dikin'    Feleknas da zanîn ku dema ku di 2016'an de qayûmê tayinê şaredariyan kirin û bi yekser dijminatiyê li hemberî çand û zimanê kurdî kirin. Feleknas, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Qayûm di her demê de êrîşê çand û dîroka kurdan kir. Wekî, navê kolanên kurdî guherandin, peykeran hilweşandin û herî dawî jî li Sêrt'ê pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan hilweşandin. Tenê karekî qeyûman heye û ev jî êrîşkirina nirxên Gelê Kurd e. Dixwazin nasname û hebûna kurdan qedexe bikin. Ji avakirina komara tirkiyeyê heya îro dibêjin 'yek netew, yek ziman'  bi wî awayî jî dijminitiya xwe li ser Kurdan dimeşînin."   'Dijminatiyeke topyekûn tê meşandin'    Feleknas di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku şaredarî hatin xespkirin, îro jî dest davêjin hemû nirxên kurdan. Ji ber vê yekê êrîşên wan ne tenê bi hilweşandina pirtûkxaneyê ye her wiha pirtûkên kurdî tên qedexe kirin an jî stranbêjên kurd girtî ne. Pergala dewleta tirk ku çavkaniya xwe ji nijadperestiyê distîne dixwaze bi wî awayî kurdan bê îrade bihêle. Bi wan polîtîkayên xwe dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin her wiha dixwazin kurdan ji siyasetê dûr bixin. Loma dijminatiya xwe li hemû qadan bi topyekûn dimeşînin."   'Ji kurdan re qala xwîşk û biratiyê nekin'    Feleknas destnîşan kir ku dewleta tirk ku zimanê kurdî qedexe dike di heman demê de ji bo Gelê Kurd dibêje em xwişk û bira ne û wiha dom kir: "Lê ger ku em xwişk û bira bin çima li emniyetê ciwanekî kurd bi êrîşê re rûbirû dimîne, çima hestiyên zarokekî bi kargoyê ji dayikê re tê şandin, çima cenazeyên zarokên kurdan li peyarê tên defin kirin, çima ciwanekî kurd ji bo straneke kurdî guhdar kir tê kuştin, çima êrîşê li goristanên kurdan dikin û çima qayûm tayinê şaredariyên me dikin?  Heke di navbera Gelê Tirk û Kurdan de xwişk û biratî hebûya çima ewqas polîtîkayên qirêj li hemberî kurdan tê meşandin? Wê demê ji kurdan re qala xwişk û biratiyê nekin!"   'Zimanê min parçeyek min e'   Feleknas di dawiya axaftina xwe de bang li Gelê Kurd kir û got: "Divê em xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin. Êrîşa li hemberî pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan bi awayekî vekirî dijminatiya li ser hember çand, ziman û dîroka Kurdistanê ye. Heke pirtûkxaneya kurdî bê hilweşandin divê her kurdek mala xwe bike pirtûkxaneyek. Heke ciwanek ji ber zimanê kurdî bê kuştin divê em xwedî li ziman derkevin. Îro dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin, loma di serî de êrîşê çand, ziman û dîrokê dikin. Lê dîrok pêşeroja me ye û ziman jî wek parçeyek me ye. Em destûr nedin ku me tunebikin ji ber vê yekê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin."