'Çareserî tenê serîhildana hevpar a gel e' 2020-06-05 10:30:52   STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Îdil Ugurlu diyar kir ku xistina parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û du parlamenterên din tê wateya hiştina îradeyê ya li derveyî meclîsê û wiha got:"Divê hemû muxalîf têbikoşe." Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş jî got çareserî tenê serîhildana hevpar a gel e.    Ji aliyê TBMM'ê ve parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari û Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu bi hinceta 'cezayê hatiye teqezkirin' hat xistin. Piştî xistina parlamenteriyan dengê bertekan hem li meclîsê hem jî li ser medyaya civakî bilind bûn. Gelek siyasetmedar, sazî û dezgehan bertekên xwe nîşan dan. Bikarhênerên medyaya civakî bi etîketa "Li Meclîsê Darbe Heye" bertek nîşanî biryara hevpar a AKP-MHP dan.    Melcîsa Jinê ya HDP'ê têkildarî xistina parlamenteriya Leyla Guven de de got "Leyla Guven îradeya me ye, em ê nehêlin ku hûn xesp bikin."   'Têkoşîn ne bi parlamentoyê sînordar e'   Leyla Guven di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de anîbû ziman ku têkoşîn ne bi parlamentoyê sînordar e û anîbû ziman ku niha qeyraneke aborî heye û hilweşandina AKP ye û wiha berdewam kiribû:" Ji bo ev hilweşandin bê veşartin her roj rojeve din tê afirandin. Ev jî yek ji wan e. Lê ji van rojevan yekê AKP'ê hilweşîne. Em ê jî têkoşîna xwe bidomînin."   Piştre Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hatin binçavkirin. Leyla û Musa ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdil Ugurlu û Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş bertek nîşanî xistina parlamenteran dan û nêrînên xwe anîn ziman.    'Çareserî tenê serîhildana hevpar a gel e'   Îdilê diyar kir ku Leyla bi dengên bi hezaran kesî hatiye hilbijartin û wiha got:"Niha derbarê HDP û KCD'ê de êrîşên ji krîmînalîzekirinê tên kirin. Divê hem HDP'ê hem jî muxalefet vê yekê baş analîz bikin. Ev tê wateya lidervehiştina îradeya gel a li dijî meclîsê. Îktidar dixwaze HDP hilmê nestîne. Di heman demê de dixwazin peyamekê bi vê yekê bidin muxalîfan jî. Ev darbeyek li dijî HDP'ê ye. Divê li dijî êrîşan tifaqên mezin bên kirin. Çareserî tenê serîhildana hevpar a gel e."   'Jixwe parlamenter li ser paldanka meclîsê rûneniştin'   Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş jî wiha got:"Ev êrîşan berdewamiya darbeya li dijî demokrasî û mafê hilbijartinê ye. Li dijî pêkanînên antîdemokratîk pêdivî bi yekîtiya gelan heye. Di serî de gelê Kurdistanê hemû gelên Anatolyayê û Mezopotamyayê gelek carî rave kirin ku tu îrade ne bi ser wan re ye. Jixwe parlamenter li ser paldanka meclîsê rûneniştin. Wan her dem li derve bi gel re têkoşîna xwe dewam kirin."