Meclîsa Jinan HDP'ê: Têkoşîna Leylayê têkoşîna me ye 2020-06-04 18:06:38   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê bi daxuyaniyek nivîskî xistina parlamenteriya Leyla Guven şermezar kir û got: "Em bang li bloka faşît a AKP-MHP'ê dikin têkoşîna Leyla Guven, têkoşîna me hemuyan e. Wekî Leyla Guven gotî 'Berxwedan jiyan e'."    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê xistina parlamenteriya Leyla Guvenê bi sernavê “Leyla Guven vîna me ye, em li hemberî xespkirina vînê bêdeng nabin" daxuyaniyeke nivîskî dan.    Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku polîtîkayên dijminatiya li hemberî jinê ya tifaqa AKP-MHP'ê didomin û got: "Bi zext, tehdît, xesp û şîdetê dixwazin rêvebertiyê bikin. Biryareke bi vî rengî anî li meclîsê û demildest da qebûlkirin. Ev tişt tê wateya xespkirina vîna gel e. Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu parlamenteriya wan li meclîsê hat xistin. Divê baş bê zanin ku ev tişt darbeya li hemberî vîna Gelê Kurd e.   Divê baş bê zanîn ku Leyla Guven vîna me jina ye. Têkoşîn û berxwedana wê li cîhanê re îlhamek. Ti hêz, îqtîdara faşîz li hemberî têkoşîna Leyla Guvenê nesekinî. Em carek din dibêjin em li hemberî xespkirina vînê bêdeng nabin. Em bang li bloka faşît a AKP-MHP'ê dikin têkoşîna Leyla Guven, têkoşîna me hemûyan e. Wekî Leyla Guven gotî "Berxwedan jiyan e!'."