'Bi mekanîzmaya tirsê Tirkiye tê birêvebirin' 2020-06-04 09:10:32   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bertek nîşanê polîtîkayên dijminatiyê da û got: "Nijadperestiya li hemberî kurdan di serpêhatiya komara Tirkiyeyê dest pê kir û îro bi destê hikûmeta AKP û MHP'ê derketiye asta herî jor."   Di demên dawiyê de êrîşên li hemberî kurdan zêdetir bûn. Li Enqerê Bariş Çakan, li Amedê ciwanek li emniyetê bi îşkenceyê re rûbirû ma. Derbarê mijara êrîşên li hemberî kurdan de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman.    Salîha, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nîjadperestiya li Tirkiyeyê pêş dikeve û got: "Nîjadperestiya tirkan ya li ser Kurdan di dema hikûmeta AKP Û MHP'ê derket asta herî bilind. Lê belê di dîroka komarê de her tim nîjadperestî hebû. Bi polîtîkayên nijadperestî û bişaftinê dixwazin kurdan tune bikin. Lê Gelê Kurd her tim li dijî wan polîtîkayan di nava têkoşîna hebûnê de bûn. Îro Tirkiye bi mekanîzmaya çeteyan tê birêvebirin."    'Dixwazin li ser civakê tirsê ava bikin'   Salîha di axaftina xwe de bal kişand ser kuştina Bariş Çakan û ciwana ku li emniyetê bi îşkenceyê re rûbirû mayî û diyar kir ku dixwazin li ser civakê tirsek ava bikin.  Salîha wiha dom kir: "Îro hemû tiştên dewletê bi zanebûn tê kirin. Serokwezîr û wazeratên dewletê hedef nîşan didin, çeteyên wan jî êrîş dikin û walî û qaymeqam jî  daxuyaniyan didin. Bi awayekî wan kuştinan meşrû dikin. Îşkence li Tirkiyeyê her tim hebû û îro jî bi amûrên teknolojiyê rêbazên îşkenceyan guhertin. Li Amedê ciwanekî kurd li emniyetê bi îşkenceyê re rûbirû ma û li paytextê Tirkiyeyê jî ciwanekî kurd hat kuştin. Ango hikûmeta AKP û MHP'ê bingeha xwe li ser nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê çêkiriye."   'Divê hemû kurd bi hev re têbikoşin'   Salîha anî ziman ku polîtîkayên dijminatiya li hemberî kurdan ne tenê li bakurê Kurdistanê ye li tevahî Kurdistanê tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze peyamek bide gelên ku li Tirkiyeyê dijîn. Dixwazin li Tirkiyeyê pergaleke diktatoriyê ava bikin. Li hemberê vê pergalê Gelê Kurd bertekan nîşan didin. Niha hemû hêzên hegemonîk li hemberî pergala diktatoriya Tirkiyeyê bêdeng dimînin û piştgiriyê didin. Li hemberî zilmê tenê rêyek heye û ev jî têkoşîna kurdan a bi hev re ye. Divê Gelê Kurd li hemberî îşkence û zextan bêdeng nemînin."