'Di zêdebûna şewbê de gelo Amed li Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ye?' 2020-06-03 13:47:22   AMED - Derbarê zêdebûna vîrûsa koronayê de, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, pirsnameyek da meclîsê. Semra di pirsnameyê de got: "Gelo Amed li Tirkiye di rêza duyemîn de ye?"   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, têkildarî zêdebûna şewba vîrûsa korona (Covid-19) pirsname da meclîsê. Semra, anî ziman ku di vê pêvajoya “asayîbûnê' de hejmara kesên bi şewbê ketine zêde bûye.    Semra, diyar kir ku li gorî lêkolîna Odeya Tabiban a Amedê bi taybetî di 10 rojên dawî de 20 kes jê rewşa wan giran e û 200 kes bi şewba vîrûsa korona ketine. Semra da zanîn ku Amed li Tevahiya Tirkiye di rêza duyemin de ye.   Semra ji bo Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bibersivîne ev pirs pirsîn:    "*Li Amedê heta niha teqes çend kes bi vîrûsê ketine. Çend kesan jiyana xwe ji dest dane û çend kez baş bûne? Çend kes xizmetkarên tenduristiyê ne?    * Îdîayên ku Amed li Tirkiye di rêza duyemîn de ye rast e gelo ?    * Di rojên dawî de li Amedê hêjmara kesên nexweş zêde bûye. Li gorî vê yekê li Amedê çi tedbîr hatine girtin? Ji bo tedbîran polîtîkayên çawa tên pêşxistin?    * Di van rojên derbasî pêvajoya asayîbûnê bûne de her rojê nêzî hezar kes bi şewbê dikevin û 20 kes dimirin. Dema zêdebûna nû çiye?    * Li dijî pêla duyemîn tedbîrên çawa tên girtin?"