Şîdeta li hemberî jinê birin rojeva Meclîsê 2020-05-29 13:16:20   ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, şîdeta li hemberî jinê ya di pêvajoya pandemiyê de derketî holê bir rojeva Meclîsê.    Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş derbarê şîdeta li hemberî jinê ya di dema pandemiyê de derketî holê pêşniyazpirsek da Seroka Xizmetên Civakî, Xebatê ya Malbatê Zehra Zumrût û şîdeta li hemberî jinê bir rojeva Melîsê.    Parlamenter Meral di pêşniyazpirsê de bal kişand ser hejmara şîdetê ya li hemberî jinê û got: "Di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li hemberî jinê zêdetir bû. Ev tişt ji ber mekanîzmayên ku jinê diparêzin nekitin meriyetê. Ev tişt bû sedema ku tabloyeke xeternak derxe holê. Piştî ku Qanûna Înfazê di Rojanemeya Fermî de hat îlankirin di navbera 15'e Nîsanê û heta 5'ê Gulanê de 2 hezar û 505 jin ji ber şîdetê xeta 183'yan geriyane û alîkarî xwestine. Ev tişt nîşan da êrîşkar piştî ku tehliyebûn carek din êrîşên xwe domandin.    Daneyên ku ji hêla Wezareta Karê Hindurin ve hatî aşkerakirin rewşa heyî nîşan dide û asta şîdetê zêdetir bûye. Ev tişt ji ber ku mekanîzmayên jinê diparêze nehatin pratîzekirin. Bi serbest berdana êrîşkaran şîdet hat meşrûkirin û daneyên rast yên şîdetê jî ji civakê hatin veşartin wekî asta şîdetê li welat kêm bûye hatin nîşandan."   Di pêşniyazpirsa parlamenter Meral wiha ye:    “* Di çarçoveya qanûna 7242'yan de di nava kesên ku hatine tehliyekirin de çend êrîşkar hene?   * Jinên ku serî li xeta telefonê ya 183'yan dane gelo êrîşkarên ku ji qanûna înfazê sûdê girtibûn?    * Ji 13'yê Adarê ya îsal de heta niha çend bûyerên şîdetê pêk hatine û derbarê çen êrîşkaren de muameleya hiqûqî hatiye destpêkirin?    * Ji 13'yê Adarê ya îsal de heta niha çen jin hatin kuştin? Ev kujer ji qanûna înfazê sûdê girtibûn gelo?    * Di nava tedbîrên giştî ya pandemiyê de çima li dijî şîdeta li hemberî jinê tedbîr nehatin girtin?    * Çima di pêvajoya pandemiyê de ji bo jinan xebatên taybet ên civakî û aborî nehatin kirin?    * Di pêvojoya pandemiyê de ji bo jinên ku ji kar hatin derxistin çima tedbîrên taybet kar nehatin girtin?   * Di pêvajoya pandemiyê de çima li dijî şîdeta di nava malê de mekanîzmayên serlêdanê nehatin zêdekirin?    * Çima di pêvajoya pandemiyê de ji bo êrîşkaran tedbîrên ji dûrxistinê nehatin girtin?    * Çima êrîşkar di vê pêvajoya pandemiyê de ceza negirtin?    * Êrîşkar û mexdûr di pêvajoya pandemiyê de di heman cihê de man, çima derbarê vê mijarê de tedbîr nehatin girtin?    * Çima qanûna 6284'an nayê pratîzekirin?    * Çima peymana Stenbolê nayê pratîzekirin?    * Di pêvayoya niha de li dijî şîdet û kuştina jinê gelo dê tedbîr bên girtin?"