Êrîşa sêyemîn a li dijî HDP'ê: Em ê serlêdana sûc bikin 2020-05-28 14:53:36   ŞIRNEX - Di derbarê êrîşa ku li dijî avahiya navçeya Cizîrê hat kirin de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Parlamenterên Şirnexê bertek nîşan dan û gotin ku ev cara 3’yemîn e êrîş tê kirin. Parlamenteran, anîn ziman ku ew ê serlêdana sûc bikin.   Rêxistana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîr a Şirnexê, di derbarê êrîşa ku duh bi şev ji aliyê kesê ku nasnameya wî ne diyar e saet di 00.56’an de pêk hat de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya navçeyê hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş û rêvebirên navçeyê tevlî daxuyaniyê bûn.   Di serî de Hasan Ozgûneş ê HDP’yî axivî û bi bîr anî ku cara 3’yemîn e êrîşê avahiya navçeyê tê kirin û wiha got: “Em gelek baş dizanin ku ev êrîş tên çi wateyê. Em vê êrîşê şermezar dikin û em ê bêdeng nemînin. Cara 3’yemîn e êrîşê avahiya me tê kirin û dixwazin bişewitînin. Lê heta niha kiryarên wan jî ne diyar in. Ger ku ev êrîş li dijî dewletê bihata kirin beriya 24 saetan dê kiryar bihata dîtin û encam û raya giştî re bihata parvekirin. Lê belê em dibêjin ku em ê bêdeng nemînin. Kesê  ku êrîşê avahiya me dike  diyar e. Lê belê ev kes ji aliyê dewletê ve tê parastin. Em ê li dijî vî êrîşê serlêdana sûc bikin.”   ‘Em ê di derbarê vê bûyerê de serlêdana sûc bikin’   Herî dawî Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û wê jî bi lêv kir ku di her qadê de li dijî wan êrîş tên kirin û êrîşa li dijî avahiya HDP’ê hatiye kirin jî ji van yek e. Nuran, got ku di vê pêvajoyê de bi sedan HDP’yî di girtîgehê de ne û ji aliyekî ve jî êrîşê avahiyên HDP’ê tên kirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ev cara 3’yemîne êrîşê avahiya me tê kirin. Ev êrîş hem li dijî gelê me û hem jî li dijî jinan hatiye kirin. Em ê li hember van êrîşan tu carî bêdeng nemînin. Em ê di derbarê vê bûyerê de serlêdana sûc bikin. Bila ev kes bê cezakirin.”   Daxûyanî bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e”  bi dawî bû.