Ji PYD'ê Sebah Osman: Ji bo parastina nirxan yekitî 2020-05-26 09:02:10   Delal Cemîl   QAMIŞLO - Endama Meclîsa PYD’ê Sebah Osman, diyar kir ku niha ne tenê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya parçeyên Kurdistanê li hemberî kurdan êrîş pêk tên û got: "Bi siyaseteke rast divê em xwe bighînin hev û berjewendiyên dijminan vala derxin. Parçebûna kurdan dibe sedema serkeftina planên dijmin. Avakirina yekîtiya kurdî parastina nirxê kurd û hemû pêkahateyên herêmê bike."   Mijara yekîtiya kurdî mijareke girîng ya civaka kurd e. Demek dirêje li ser yekitiyê nîqaş û hewldan tên tekirin. Lê sedemên ku nahêlin heta niha yekîtî ava bibe dibe sedema planên dijmin ên têkbîrina Kurdistanê. Di têkildarî mijarê de Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê Sebah Osman ji ajansa me re axivî.    Sebah, diyar kir ku ev pêvajo di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de pir girîng e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev yek bandora xwe li ser hemû qadên tevgera jiyanê dike. Bi belavbûna vîrûsa koronayê re di pergala dewletên navneteweyî de û di nava civakê de guhertinên bingehîn pêk hatin."   'Dewletên din mudaxaleyê herêmê kirin'   Sebah, di axaftina xwe de bal kişand ser di vê pêvajoya vîrûsê de yekitiya Kurdan û wiha bi lêv kir: "Li aliyekî din jî ji bo mijara yekrêziya kurdî ger îro vegerin dîrokê ser esasê wê pêşeroj jî gelek xalên veşartî diyar dike. Tiştên ku berê bi serê kurdan de çêbûn bi roja me ya îro ve girêdayî ne. Li ser vî esasî em dibînin ji sala 2016’an de piştî sedsaliya ser tîfaqa Sykes Bîko derbas dibe jî di qada siyasetê de pir guhertin pêk hatin. Bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelek dewletên cîhanî mûdaxeleyê mijarên siyasî, leşkerî û aborî li herêma me kirin. Li gor berjewendiyên xwe tevgeriyan. Ji bo parastina nirxê civaka xwe projeyên me jî hebûn û li gor pêwistiyên civaka me, me xebatekî pîroz da ser milê xwe û li gorî baweriya vî gelî em derketin."   'Bi hevgirtina civaka xwe em bûn bersiv'   Sebah bal kişand ser planên parçekirina Kurdan û wiha doman kir: "Dijminên me dixwazin civaka me parçe bikin û serweriya xwe ser gelê me bide meşandin. Têkoşîna li hember vê yekê di astên herî jor de bû ku civaka me di aliyê siyasî û civakî de ew bi xwe biryara xwe bide. Dijminên me projeya me ya demokrasiye qebûlnekirin welatê me parçekirin û bi siyaseta xwe ya qirêj cih di nav de girt. Dijmin baş dizane ku di nava civaka me de valatî tune ye, me nirxê şoreşa xwe parast û li ser vê esasê destkeftiyên civakê me gavên mezin avêtin. Ger ku destkeftiyên me ne baya me nikarîbû em xwe bi civaka hundir û derve bidin qebûlkirin. Rast e li her deverê qirkirin û koçberî heye, lê ya girîng em ê bi hevgirtina xwe bûn bersîv ji van kiryaran re û herêma xwe weke herêmeke bi ewle li tevahî Sûriyeyê me da pêş."   'Avakirina yekitiyê tê wateya parastina nirxên kurdî'    Sebah, da zanîn ku ne tenê li herêma me niha li parçeyên din ên Kurdistanê jî êrîş pêk tên û got: "Berî 2 salan dijmin bi taybet jî dewleta tirk êrîşê herêmê me dikir. Hin herêmên me jî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Gelê van herêman di têkoşîna xwe de jî her tim bi israr bûn û bi israr in jî. Dijmin ev tenê qebûlnekir îro jî berê xwe dide parçeyên din yên Kurdistanê û dixwaze ku dîsa dagir bike. Di herêma me de gelek pêkhateyên cuda hene û bi rengekî wekhev û azad bi hev re dijîn, armanca me ya destpêkê ew bû ku hemû gel bi hev re bi rengekî demokratîk bijîn. Ji bo wê pêwistî heye weke kurd jî li hemû parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe avabikin. Bi siyaseteke rast divê em xwe bighînin hev û berjewendiyên dijminan vala derbixin. Parçebûna kurdan dibe sedema serkeftina planên dijmin. Avakirina yekîtiya kurdî parastina nirxê kurd û hemû pêkhateyên herêmê dike."   'Parastina projeya demokratîk bi yekitiyê dê pêk bê'    Sebah, di axaftina xwe de li ser rewşa Zînî Wertê jî rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bûyerên ku îro li herêma Zînî Wertê rû didin, em nikarin ji sedemên parçebûna refa kurdî qut bigirin dest. Ji ber her tişt bi hev re girêdayi ye, dijmin jî vê xala lawaz di hudirê me de ji xwe re bikar tîne û êrîşî xaka Kurdistanê dike. Yên ku li wê herêmê jî rastî vê hovîtiyê tên dîsa kurd in. Divê kurd yekbûna xwe li hember siyasetên dijmin avabikin û hebûna civaka kurdî biparêzin. Avakirina yekîtiya kurdî mayindeya parastina projeya demokratîk e. Gelê me jî bi dilekî gerim yekîtiyê pêşwazî dikin û di  nava xwe de li hev baldarin. Hedefa me ew e em ji bo civaka xwe xebat bikin û rehetiyê ji bo gelê xwe bi xwe re bînin."   'Me çawa yekitiya netewan avakir û em ê yekîtiya xwe jî avabikin'    Sebah wiha dawî li nirxandinên xwe anî: "Weke ku çawa me bi saya projeya netewa demokratîk yekîtiya netewan ava kir em dixwazin di nava kurdan de bi xwe jî yekîtiyekê avabikin. Divê em ji bûyerên ku diqewim fêr bibin û xwe bigînin nêrîneke hevbeş ji bo yekrêziya kurdî ava bibe. Banga me ji gelê me, partiyên me û hemû mirovên kurd heye ku ji bo yekîtiya kurdî tevbigerin û nirxê civaka xwe biparêzin."