Tulay Hatîmogullari: Wê îradeya gel şaredariyan şûnde bigire 2020-05-23 09:13:00   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê tayînkirina qeyûman a di pêvajoya vîrusê de axivî û da zanîn ku feraseta qeyûm li her qadê pêk tê û got wê îradeya gel şaredariya şûnde bigire.   Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê yên Îdir, Sêrt, Baykan û Altinova ya Muşê nirxand. Tulayê bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Yek ji esasên herî girîng ya demokrasiyê bêguman ev e ku gel nûnerên xwe diyar bike. Feraseta ku îro dixwaze vê hilbijartinê ji holê rabike, dixwaze her tiştî bike navendî. Di van rojên vîrusê de tifaqa Cumhur û alîgirên wan faşîzm kûr kirin. Li şûna bi ku bi tenduristiya gel re eleqeder bibin, tayînkirina qeyûman berdewam kirin.”   Tulayê her wiha da zanîn ku ji bilî HDP’ê li dijî muxalefeta giştî jî zexteke giran pêk tê û got: “Li dijî şaredariyên bajarên mezin yên di 31’ê Adarê de winda kirin jî zextên cidî hene. Di pêvajoya vîrusê de pêşî li alîkarî û kampanyayên piştgiriyê girtin.”   ‘Meha hezîranê wê tûnd derbas bibe’   Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê plankirin ku qanûna partiyan di meha hezîranê de bê rojevê. Dema AKP hat destilatdariyê qanûna partiyan bi destê xwe guhert. Niha jî ji bo pêşiya girtina partiyan vebibe, bi hêsanî partiyan bigirin, qanûnê diguherin. Ji ber vê jî wê meha hezîranê bi tevger be.”   Tulayê daxuyakirin ku bi qeyûman destura bingehîn hatiye binpêkirin û ev tişt bi lêv kir: “Di esasê de ji rayeya walî û qeymeqam wêdetir kar dikin. Hinek qeymeqamên tayînê şaredariyên HDP’ê bûn, ewil bi serokên navendî yên AKP’ê re hevdîtinan dikin. Ev jî nîşan dide ku veguherîne dewleteke partîbûnê. Her wiha wê di meha hezîranê de dîsa qanûna îstîsmarê bê rojevê. Em ê bi tevgerên jinan yên Tirkiyeyê û tevgera jinên Kurd re bên cem hev û têkoşîna xwe bidin.”