Ebrû Gunay: Têkoşîna me sînor nas nekiriye û dê nas neke jî 2020-05-22 14:12:40   AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di civîna heftanê de bal kişand ser binçavkirinên ku îro pêk hatî û got: "Zext, bêhiqûqî, binçavkirin û operasyonên qirkirina siyasî me matmayî nahêle. Têkoşîna me sînor nas nekiriye û îro jî dê nas neke."    Civîna çapemeniyê ya heftane ya ku ji hêla Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay ve tê lidarxistin li avahiya Rêxistina HDP'ê ya bajêr pêk hat. Ebrû, mijarên di rojevê de û her wiha operasyona ku îro pêk hatî nirxand.    Ebrû di civîna çapemeniyê de wiha axivî: "Operasyonên qirkirina siyasî îro dest pê kir. Zext, bêhiqûqî, binçavkirin, operasyonên qirkirina siyasî me matmayî nahêle, lê her carê daxwaza me ya têkoşînê mezintir dike. Em dixwazin ku hevalên me yên îro hatine binçavkirin tavilê bên berdan û dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn.   Operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosa peyamek ji bo dewamkirina tundiya li jinê, destavêtin û parastina kujeran e. Bi zext û zordariyê nikarin têkoşîna me ya jinê û piştevaniya jinê têk bibin. Têkoşîna me sînor nasnekiriye. Îro jî wê nas neke, sibe jî nas neke.   Li çar aliyên Tirkiyeyê goristan hatin xerakirin. Bifikirin, di meha Remezanê de dayikek bi rojî ji bo êriş li gora kurê wê neyê kirin bi rojan li ber goristanê nobed girtiye. Lê belê vê desthilatdariyê dest ji êrişa li dijî goristanan bernedaye.   Dê hesab bê pirsîn   Herî dawî 282 cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, eşkere bû ku ne li goristana Kîlyosê, lê li kêleka rêya li ber goristanê hatine veşartin. Beriya niha cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin, şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û bi vî rengî malbat ceza kiribûn. Doh jî bi veşartina cenazeyan li kêleka rê malbat careke din ceza kirin. Goristan nirxê hevpar ê civakê ye, pîroz e. Li gorî Îslamiyetê nasname, bawerî û nêrîn çi dibe bila bibe hurmet ji cenazeyan re tê nîşandan. Dema ku darbesta cenaze derbas dikin her kes radibe ser piyan û hurmeta xwe nîşan dide. Lê AKP çi dike? Desthilatdarî çi dike? Êrişên xwe yên li dijî goristanan dewam dike. AKP di van rojên pîroz de êrişên li dijî pîrozmendiyên gel dewam dike. Bi rengekî bêexlaq cenazeyan li kêleka rê vedişêrin. Ya ku li kêleka rê hatiye veşartin wijdan, exlaq û mirovahiya desthilatdariyê ye. Gel wê vê yekê ji bîr neke û hesab bipirse."   Gelê me vê yekê qebûl neke    Bêhiqûqî xilas nabin. AKP tenê ne siyasetmedaran binçav dike û digire. AKP di heman demê de şaredariyên me desteser dike. Heta niha 51 şaredariyên me ji aliyê AKP'ê ve hatine desteserkirin. Hemû kirinên qeyûman li ber çavê xelkê me ye û em qeyûman dişopînin. Mafê hilbijartinê yê gelê kurd hatiye desteserkirin. Talan xwe jî bi Sirûda Îstîklalê û daliqandina alê pêk tînin. Şaredariyên me bi tîmên taybet, leşker û polîsan tê dagirkirin. Navê guhdariya sirûdê û daliqandina alê dagirkerî ye. Lê gelê me qet vê yekê qebûl neke."