Parlamenterên HDP'ê derbarê qeyûman de pêşniyazpirs dan Meclîsê 2020-05-21 16:36:23   ENQERE - Di têkildarî tayînkirina qeyûman de 45 parlamenterên HDP’ê pêşniyazpirs pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.   Di têkildarê tayînkirina qeyûman de 45 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşniyazpirs pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.   Wekîlên Serokê Koma HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar her du pêşniyazpirs pêşkîş Meclîsê kirin û ji Meclîsê xwestine ku hemû hûrgiliyên qeyûman lêkolîn bikin û pêşî li rûxandinê were girtin.    Di pêşniyazpirsê de hat gotin ku hilbijartina demokratîk bi tayînkirina qeyûman tune tê hesibandin û heta ku biryarek darazê ya pejirandî tune be qeyûm nikare tayînî şûna hevşaredaran were kirin û wan ji peywîrê bigire. Her wiha di pêşniyazpirsê de hat gotin heta niha 45 şaredariyên HDP’ê hatine desteserkirin û tenê ne şaredariyên HDP’ê şaredariyên ku ne yên AKP-MHP’ê ne jî bi rîskê re rûbirû ne.   Wekîlên HDP’ê van pêşniyazpis arasteyî Wezîrê Karên Navxweyî Sulyeman Soylû, Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay û Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglû kir û xwestin ku wezîr bibersivînin.