13 partiyên siyasî: Em li dijî xespkirina şaredariyan bêdeng namînin 2020-05-18 14:48:48   ENQERE - Tayînkirina qeyûman ji hêla 13 partiyên siyasî ve hat şermezar kirin û wiha gotin: "Vîna 3 milyon mirovan tune hat hesibandin. Em li dijî vê xespê bêdeng namînin."    13 partiyên siyasî ku ji DBP, Partiya Şoreşger, EMEP, ESP, HDP, Partiya Çep, SODAP, SYKP, TOP, TÎP, TKP û Partiya Pêşeroj û Çep a Keskan pêk tên, tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê bi daxuyaniyek hevpar şermezar kirin.    Partiyan bi sernavê “Ya ku hatiye xezpkirin vîna gel e. Em bêdeng namînin" daxuyaniya hevpar dan û gotin: “Em li dijî binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê, tunekirina vîna gel, bêtesîrkirina rêveberiyên herêmî û desteserkirnia nirxên gel bêdeng namînin. Mafê bijartin û hilbijartinê ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatiye mîsogerkirin.    Ev bi tayînkirina qeyûm carek din hat xezpkirin. Vîna gel ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de danî holê, bi Qeyûman xezp kirin. Carek din li dijî hiqûq u demokrasiyê qeyûm tayînî 5 şaredariyên din ên HDP’ê kirin. Li aliyekî bi bêhiqûqiya KHK'ê 6 şaredariyên HDP'ê xesp kirin. Li aliyê din bi qeyûman 45 şaredariyên HDP’ê xesp kirin. Hevşaredarên ku tu sûcê wan tune hatin girtin. Bi vê yekê vîna 3 milyon mirovan tune hat hesibandin. Em li dijî vê xespê bêdeng namînin."