Pervîn Bûldan: Bi tunehesibandina vîna milyonan welat nayê bi rêvebirin 2020-05-16 16:10:11   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Hûn bi tunehesibandina vîna milyonan nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Divê em vê ji bîr nekin. Em ê serê xwe ji we re berjêr nekin û li ber we çong neşikînin. Aştî û demokrasiyê jî em ê bînin vî welatî.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, ji Stenbolê bertek nîşanî qeyûm tayinkirina şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Hawêlê û Altinovayê da. Pervîn, li avahiya partiya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist.    Pervîn, diyar kir ku ew di rojên zor û zehmet re derbas dibin û got: “Di van rojên zor û zehmet de, bi taybetî di vê pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, hemû cîhan li dijî şewbê têdikoşin, AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP li dijî kurdan û HDP’ê têdikoşe. Kurd û HDP kirine hedefa xwe û êrîşî me dikin.”   'Hişmendiya darbeyê ye qeyûm'    Pervîn, da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê keyspereste, di heman demê de dijminê kurdan, Elewî û jinane û wiha got: “Me duh carek din dît ku feraseta keysperestiya AKP’ê, hemû qezencên kurdan, hêzên demokrasiyê, mûxalîf û jinan dagirker, desteser û xesp dike. Carek din vîna gel tune hesiband. Berê jî di pêvajoya şewbê de qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kirin. Berê jî me gotibû û anîbû ziman. Ev hişmendî û feraseta darbê ye. AKP di vê demê de jî keysperestiya xwe danî holê û ev kiriye awayekê rêveberiya xwe.”   'Em rastî hemû zilman hatin'   Pervîn, dest nîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê duh şeredariyên me yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêlê û Altinovayê xesp kir û wiha bilêv kir: “Qeyûm tayînê cihê hevşaredarên me kirin. Hevşaredarên me binçav kirin. Bi awayekê bêhiqûq û bêmaf binçav kirin. Vê yekê carek din hişmendiya darbekar a AKP’ê daniye holê. Dîroka vî welatî bi darbeyan tijeye. Me salên 80’iyan jiya, me kiryarên ne diyar ên salên 90’î dîtin. Em hem bûn şahid û hem jî bûn mexdûr. Em rastî hemû zilmê hatin. Lê tu carî mîna vê carê civaka Tirk, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd e evqas tune nehat hesibandin.”   'Li cem gel tu rewabûna qeyûman tuneye'    Pervîn, anî ziman ku ewê tu carî tayînkirina qeyûman qebûl nekin û wiha bilêv kir: “Qeyûmên hatin tayînkirin ne meşrû ne. Li cem gel tu rewabûna van qeyûman tuneye. Şaredarên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, her yekê veguherandine qereqolan. Gel nikarin bikevin wan şaredariyan. Tenê hêzên ewlekariyê dikevin wan şaredariyan. Ji ber ku destûr ji bo gel nayê dayîn tenê ji bo hêzên ewlekariyê tê dayîn ku bikevin şaredariyan. Ji vir û şûnde jî ev rewş dê wiha be.”   ‘Gelo Sêrt di nava kîjan welatî de ye?    Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku Îdirê gelek netew dijîn û li gel vê yekê jî hem di hilbijartinên herêmî de hem jî di hilbijartinên giştî de gelê Îdirê HDP’ê tercîh kiriye û heke hilbijartineke din çêbibe wê dîsa gelê Îdirê HDP’ê tercîh bike û bi van gotinan bal kişand ser rewşa ku li Sêrte derketibû holê: “Derê hevşaredara me şikandine û li mala wê lêgerîne kirine. Pişt re jî ala tirk bi avahiya Şaredariya Sêrtê ve kirin û sîrûda îstiklalê dan xwendin. Gelo Sêrt di nav axa kîjan welatî de ye? Dibe ku kurd li wir bijîn lê ew der xaka Tirkiyeyê ye. Hûn peyama çi didine kî/ê. Taybetî ev pirsê ji desthilatê dikim.”   'Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî'    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn, got ku hezar sal jî derbas bibe wê AKP bi hilbijartinê şaredariyên ku qeyûm tayînî wan kiriye qezenç neke û wiha pê de çû: “HDP êdî li Tirkiyeyê hêzeke siyasî ye û namzete rêveberiya welat e. Hûn bi tunehesibandina vîna milyonan nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Heke em îro dengê xwe ji tayînkirina qeyûman re dernexin wê qeyûm tayînî Enqere, Stenbol, Antalya, Îzmîr, Antalya û Mersînê jî bê kirin. Divê em vê ji bîr nekin. Em ê serê xwe ji we re berjêr nekin û li ber we çong neşikînin. Aştî û demokrasiyê jî em ê bînin vî welatî.”