Li Enqereyê 350 malbat bûn xwişk û bira: Em ê piştevaniyê bidomînin 2020-05-16 09:10:00   Dîlan Babat   ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Denîz Akîl der barê kampanya ‘Xwişk û Bira’ ya li Enqereyê berdewam dike de agahî da û diyar kir ku heta niha bi ji 350’yî zêdetir malbatî re hatine cem hev û got: “Em gelan ji hev nadin alî, li nasnameyan nanêrin û bi têkoşîna mirovî re  wê destên xwe bidin hev.”   Ji ber vîrusa korona ev du mehe bangên ‘li malên xwe bin’ tên kirin. Welatî ji bo ku xwe ji vîrusê biparêzin li malên xwe dimînin û ji ber kûrbûna xizanî û belatiyê bi hezaran malbatên ku nikarin kirê, fatureyên xwe bidin hene. Di vê pêvajoyê de gelek partiyên muxalîf û şaredariyan pakêtên alîkariyê amade kirin û hewl dan xwe bigihînin malbatan lê desthilatdariyê asteng kir. HDP’ê di vê pêvajoyê de kampanya ‘xwişk û bira’ da destpêkirin û piştgiriya ji bo malbat, jin, kedkar û penaberan didomîne.   ‘Betalî gihişt astek bi xof’   Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Denîz Akîl xebatên li Enqereyê vegot û diyar kir ku kampanya her diçe mezin dibe û heta niha xwe gîhandine ji 350 yî zêdetir malbatî û ji bo 400 malbatî jî koliya alîkariyê amade kirine. Denîzê bi lêv kir ku bi kampanyayê re mirovan dest dane hev û wiha got: “Bi telefonên tên ji me re, hejmara betalan gelek zêde ye. Em bi giranî li malbatên ku betal mane digerin. Em nikarin pirsgirêka betaliyê çareser bikin, lê qe nebe em di vê pêvajoyê de dikevin piştevaniyê. Em bi piştevaniyê bi wan didin hîskirin ku HDP ligel wan e.Em hewl didin di van rojan de dest bidin hev. Li aliyê din jî malbatên piştgiriyê didin bi malbatên hewcedar re tên gel hev.”   ‘Her ku qada metîngeriyê fireh dibe faşîzm jî pêş dikeve’   Denîzê her wiha daxuyakirin ku piranî malbatên koçber serî li wan didin û got heta ji destê wan tê xwe digihînin malbatên koçber û ev tişt anî ziman: “Penaber piştevaniyê dibînin û xwe tenê hîs nakin. Alîkariyên civakî yên dewlet behs dike tune ne, penaber bi birçîbûnê re tên rû hev. Betalî wê di rojên pêş de xwe bigihîne astek mezin. Xuyaye ku dîsa wê jin mexdur bibin. Jin ji ber nasnameya xwe neçar dimînin bi pereyekî kêm bixebitin. Penaber wek hêza kar a erzan tên dîtin. Ji ber vê binpêkirina maf zêde dibe, faşizm jî pêş dikeve. Yekane riya li dijî vê têkoşîn e. Divê muxalefet ligel hev be. Em neyên gel hev ev jî nayê çareserkirin. Em nikarin bi awayekî din ji vê krîzê derkevin. Em ê destên xwe bidin hev û piştevaniya xwe wisa bidomînin.”