Ji bo kampanya ‘Xwişk û Bira’ banga xurtkirina piştevaniyê 2020-05-15 09:12:00   WAN - Hevseroka HDP’a Wanê Oznur Bartun der barê kampanya ‘Xwişk û Bira’ ya HDP’ê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusê de da destpêkirin de axivî û got: “5 hezar malbat hatin tespîtkirin. 250 malbat bi dildarî di kampanyayê de cih girtin. Ez bang li hemû kesên derfetên wan hene dikim ku xwe bigihînin rêxistina navend û navçeyan.   HDP’ê piştî vîrusê bi armanca piştevaniyê kampanya ‘Xwişk û Bira’ da destpêkirin. Rêxistinên HDP’ê li ser biryarên navenda giştî ya ya HDP’ê dest bi xebatan kirin. Li Wanê jî xebatên wan didomin.   ‘Dewletê ji 2 mîlyon serlêdanî, tenê bersiva 200 hezarî da’   Hevseroka HDP’a Wanê Oznur Bartun got bi vîrusê re betalî zêde bûye û krîza aborî ya heyî jî giran bûye û got: “Di pêvajoyê de piştevanî pêwist e. Me wek partî kampanya ‘xwişk û bira’ da destpêkirin. Em partiyeke gel in. Ji ber vê piştevanî hewce ye. Dewletê di hinek daxuyaniyan de got xwe gîhandine her alî. Lê mixabin ev ne mijara gotinê ye. 2 mîlyon serlêdan çêbûn û tenê ji bo 200 hezarî bersiv hat dayîn.”   ‘Piştevanî didome’   Oznurê bi lêv kir ku di koordînasyona bi pêşeniya HDP’ê hatiye avakirin de, STK, partiyên siyasî, komele, sendîka û saziyan cih girtiye û got: “Di xebatên hevpar yên hatine meşandin de 5 hezar malbat hatin tespîtkirin. Gelek malbatan serî li rêxistinên navend û navçeyan dan. Em bi 2 hezar û 600 malbatî re ketin têkiliyê. Xebatên me hîna didomin. Heta niha ji bo hezar malbatî alîkariya pere, ji bo 750 malbatî alîkariya koliyan pêk hat. Nêzî 250 malbat jî bi awayekî dildar di xebatan de cih girtin.   ‘Wekê her tişt normal e nîşan didin’   Oznurê daxuyakirin ku polîtîkayên AKP’ê di civakê de beramberî nedîtye û got her hewl tê dayîn ku nêrîneke ‘her tişt normal e’ nîşan bidin. Oznurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku vîrus didome, çûn normalbûnê. Lê ev normalbûn rastiya xizaniyê ji holê ranake. Desthilatdariyê dema ji welatên din re alîkarî dişand, li welatê xwe ezmûn derbas nekir.” Ozrunê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em piştevaniya xwe xurt bikin û di vê mijarê de malbatên ku derfetên wan hene piştevaniyê bikin. Di vê malbatên hestiyar serî li rêxistian bidin.”