Li Edenê xebatên kampanya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ didomin 2020-05-13 09:08:00   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Kampanya Malbatên Xwişk û Bira ya ku HDP’ê li dijî vîrûsê bi armanca piştgiriyê da destpêkirin li Edenê didome. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysel Kiliç diyar kir ku piştevanî ne tenê di alî aborî de di alî psîkolojîk de jî gelek girîng e û got xwe gîhandine piranî kesên serlêdan kirine.   Bi vîrûsa koronayê re bi hezaran kes ji karên xwe bûn. Navenda Giştî ya Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) bi armanca piştevaniya malbatên hewcedar kampanya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ dan destpêkirin. Hemû rêxistinên navendî di çarçoveya kampanyayê de xwe digihînin welatiyan. Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Edenê Aysel Kiliç diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de xwe gîhandine gelek malbatan û banga tevlîbûnê kir.   403 malbat hatin tespîtkirin   Ayselê destnîşan kir ku gelek malbat ji ber vîrûsê nikarin debara xwe bikin û got biçûk be jî dixwazin piştgiriyê bidin van malbatan û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de me xwest em bi xesasiyeta ‘destê dide bila destê din nizanibe’ tevgeriyan. Me bi rêbazek xesas kampanya meşand. Me malbatên ku dixwazin bi malbatên din re bikevin piştevaniyê xistin têkiliyê. Me 403 malbatên xwedî hewcedar tespît kirin. Me ji bo 284 malbatî alîkariya xurek û pere kir. Ji bo 119 malbatî jî hîna alîkarî neçûye.”   ‘Betalî û xizanî gelek zêdeye’   Ayselê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew di rojên awarte de derbas dibin û ev tişt anî ziman: “Ji ber vîrûsê kargerî hatin girtin. Qedexeya derketina derve heye. Gelek kes betal man. Ji ber vê jî xizanî û betalî gelek zêde ye. Malbatên me xwe gîhandinê bi rastî mexdûr in. Di vê xizaniyê de yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Gelek malbatên hîna me xwe negîhandinê hene. Em hewl didin ku çi ji destê me bê em bikin.”   ‘Tenê piştevaniya aborî nîne’   Ayselê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji vir şûnde jî xebatên xwe bidomînin û got: “Pêkanîna kampanya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ ne tenê piştevaniyek aboriye, ya maneviye jî. Di van rojên zor de bi qasî xurekê bi piştevaniyê jî hewce hebû. Me ev pêk anî. Em dixwazin ev her tim hebe.”