Hevşaredara ku qeyûm tayînê şûna wê bû, bi jinan re hilberînê didomîne 2020-05-11 09:21:00   WAN - Hevşaredara HDP’ê ya Bêgiriyê Leyla Balkan ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, li baxçeyê ber mala xwe bi jinên li taxê re dest bi hilberîna hevpar kir. Leylayê da zanîn ku tê xwestin jin ji hilberînê bên qûtkirin û got li dijî vê têdikoşe.   Hevşaredarên HDP’î yên Bêgiriyê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan di 7’ê Kanûna 2019’an de qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Piştî vê Yilmaz hat girtin, Leyla bi şertê kontrola edlî hat berdan. Tevî hemû zextan Leyla bi şêniyên navçeyê re dîsa hat gel hev.   ‘Gel hewcedar dikin’   Leylayê ku di demek nêz de gelek proje bi endamên meclîsa jinan re ava kir. Di çarçveya vê de Pirtûkxana Ayşe Şan û Mêvanxane hat vekirin û dîsa di qada îstîhdamê de jî pêngav avêtin û koperatîfbûn xistin jiyanê. Di vê pêvajoyê de qeyûm hat tayînirin. Leylayê diyar kir ku dema nû hatye ser peywirê, rewşa gel a aborî bala wê kişandiye û wiha got: “Mixabin gel xistin rewşa hewcedar.”   ‘Bi koperatîfê wê gel bîhna xwe bigirta’   Leylayê destnîşan kir ku şaredarî bi deynan ji qeyûm girtine û got ji ber vê jî rewşa ku piştgiriya aborî bidin tunebû û wiha pê de çû: “Em her çiqas bixwazin alîkarî bidin jî rewşa aboriya şaredariyê nebaş bû. Berovajî vê şaredarî di nav deyn de bû. Pirsgirêka herî mezin a navçeyê îstîhdam bû. Me di esasa vê de şêniyên navçeyê tevlî projeya xwe kirin. Me koperatîfek xist jiyanê.”   ‘Divê jin ji hilberînê qût nebin’   Leylayê got di bin bana koperatîfê de jinan wê berhemê keda destan çêbikirana- û got: “Belkî jî yekem car jinan wê bermaberê keda destê xwe bigirta. Piştî qeyûman nîvco ma. Lê qeyûm bi ser neket. Em di her şertî de jinan bi hilberînê re tînin gel hev. Polîtîkayên wan wê encamê negirin.”   Bîstan tên çandin   Leylayê bi lêv kir ku tevî qeyûman bi şêniyên taxê re tên cem hev lê ji ber vîrusê ev du mehe nikarin bên cem hev û got: “Bi torên piştevaniyê bi meclîsa jinan a HDP’ê ya Wanê re me komên çapemeniya civakî û whatsappê ava kirin. Li aliyê din me bi jinên taxê re keda kolektîf derxist holê. Bistanên xwe çandin.”