Leyla Guven:Ji bo Azadiyê yekitî pêwist e 2020-05-09 09:26:00   Berîtan Canozer    AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bertek nîşanî pejirandina cezayê siyasetmedar Selma Irmak da û got: "Kurdên ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dane niha girtî ne û li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin. Ew ji ber parçebûna kurdan pêk tê û divê êdî kurd vê tiştê bibînin û yekitiya neteweyî pêk bînin."    Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya berê Selma Irmak rojên borî pejirandibû. Hevseroka KCD û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven derbarê biryara êrêkirina cezayê Selma, îlegalîzekirina xebatên KCD'ê de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.    Leyla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jinên ku di qada siyasetê de cih digirin û got: "Jinên ku di qada siyasetê de cih girtine her tim bi zehmetiyên dijwar re rûbirû mane. Di destpêke de mêr nexwestin ku jin tevlî qada siyasetê bibin. Ji ber zîhniyeta netewperest û baviksalariyê siyasetmedarên jin qebûl nedikirin. Dema ku jin di siyasetê de bi hêz bû rengî polîtiyê guherî. Ji ber ku jin êdî li dijî yekmiroviyê bibûn yek. Piştî jin bûn hêz êrîşên û hewldanên tasfiyeyê li hemberî jinê hatin destpêkirin."   'Pêjirandina cezayê Selmayê bêhiqûqî ye'   Leylayê destnîşan kir ku di 4'ê mîjdarê sala 2017’an li hemberî siyaseta kurd darbeyek pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Siyasetmedarên kurd ên jin hatin girtin. Yek jî wan Selma Irmak bû. Selma di salên 90’an de jî hatibû girtin. Çend hat girtin ev qab bi hêz bû. Hêza xwe jî di nava têkoşînê de nîşan dida. Gelek qadên girîng de cih girt û xebat meşand. Hem parlamenter bû û hem jî hevseroka KCD'ê bû. Niha ji bo Selma li girtîgehê dernekeve gelek seneryo tên amadekirin. Axaftin û hevserokatiya wê ji bo ceza dayînê wekî hincet tê nîşandan. Her kes rol û mîsyona KCD'ê dizane û KCD ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xebat dide meşandin. Her wiha hevserokatiya vê saziyê jî ne sûc e. Ji ber vê sedemê jî pejirandina cezayê Selmayê nayê qebûlkirin."   'Mesele bê statûkirina kurdan e'   Leyla, diyar kir ku mesele ne KCD ye mesele kurdbûne û wiha axivî: "Em baş dizanin ku mesele ne KCD ye an jî tiştek din e, di bingeha  meseleyê de kurd, siyaseta kurd e û siyaseta jina kurd heye. Di sala 2007'an de dema KCD hat saz kirin di gelek qademeyên dewletê de navê wê hebû. Vê demê Ahmet Turk hevserokê KCD'ê bû bi navê KCD'ê Erdogan pêşwazî kiribû. Lê bi taybetî dixwazin hemû saziyên kurdan krîmînalîze bikin. Hewldana wan bê statûkirina kurdan e."   'Êdî perspektîfa netew-dewletê nayê pejirandin'   Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser xitimandina siyaseta cîhanê û da zanîn ku siyaset ji civakê dûre, tenê siyaseteke bazirganiyê tê meşandin. Leyla, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Êdî perspektîfa netew dewletan nayê pejirandin. Tirkiye jî ji wan yekan e. Ji berê jî xelkê digot bila dewleteke me hebe û em tê de bijîn bes e, lê belê niha ne wisa ye. Gelê Kurd heta îro bê dewletiyê hatiye roja îro. Em ji bo pergaleke demokratik dixebitin di vê pergalê de pêwist e ku her kes bikaribe xwe pênase bike. Ger ku dewlet bibûya çareseriya pirsgirêkan niha li Rojhîlata Navîn dewletên ereban ewqas bi pirsgirêkan re rûbirû nediman û gelê li vir dijîn jî nedibûn bindest. Ji xwe mesele ne avakirina dewletê ye, mesele pêdîviya zîhniyetek nû ye."   'Yekitiya neteweyî ya Kurdistanê pêwîst e'   Hevseroka KCD'ê Leyla, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser yekitiya neteweyî ya Kurdan û diyar kir ku ji ber ku kurd nikarin yekitiya xwe pêk bînin bi salan e li her çar parçeyên Kurdistanê bi qirkirinan re rûbirû tên. Leylayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha hemû cihan ji ezmûnekî re derbas dibin. Li her çar parçeyên Kurdîstanê kurd bi salan e têdikoşin. Ji bo di wê sedsalê de windanekin divê kurd yekitiya xwe pêk bînin. Kurdên ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dane niha girtîne û li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin. Ew ji ber parçebûna Kurdan pêk tê û divê êdî kurd vê tiştê bibînin û yekitiya neteweyî pêk bînin bî wî awayî tevbigerin."