Ebrû Gunay: AVM tên vekirin lê Meclîs girtiye! 2020-05-08 15:54:24   AMED - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku divê Meclîs bi rojeva şewbê bicive û got: "Navendên danûsitendinê (AVM) tên vekirinê lê Meclîs girtî ye. Meclîsa çima girtî ye? Ravekirina vê yekê heye gelo? Nexwê tişta ku tê xuyakirin li holê pêvajoyek asayîbûnê nîne."    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Amedê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Ebrû di di destpêka axaftina de xwe endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê duh jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got AKP ji daxwazên wan re guhê girtiye. Ebrû, destnîşan kir ku berpirsiyarê mirina Îbrahîm Gokçek, Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak îqtîdara AKP’ê û MHP’ê ye.   Ebrû, di axaftina xwe de sê şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan jî ji ber salvegera darvekirina wan bibîr anî û got HDP îro li ser xeta têkoşîna wan dixebite û têkoşîna wan birêve dibe. Ebrû, destnîşan kir ku li gel şewba koronayê berbelav dibe jî lê hikûmet bi israr behsa pêvajoya asayîbûnê ya pandemiyê dike û got: “Pêşniyar û daxwazên tu aliyî esas nayên girtin. Navendên dan û sitendinê (AVM) tên vekirinê lê Meclîs girtî ye. Meclîsa çima girtî ye? Ravekirina vê yekê heye gelo? Nexwê tişta ku tê xuyakirin li holê pêvajoyek asayîbûnê nîne. Divê ku Meclîs ji bo rojeva şewbê demildest bicive.”   'Rûpoşa îqtîdarê êdî ketiye'   Ebrû, bal kişand ser saziyen wek baroyan, odeyên bijîşkan û odeyên endezyar û avahîsazan ên ku Serokkomar wan hedef dabû nîşandan û yên ku wek wan nafikirin û bi ya wan nakin dixin armanca xwe û ew ê li cem van saziyan cih bigirin û li dijî van armancên îqtîdarê paşde gav neavêjin. Ebrû, diyar kir ku endama Meclîsa Partiya wan Buşra Kûyûn hatiye revandin û got: “Em van sepanan baş nas dikin. Dixwazin dîsa sepanên salên 90’î bixin dewrê. Lê polîtîkaya we eşkere bûye. Rûpoşa îqtîdarê bi van sepanen êdî ketiye.”   Gunay bal kişand ser rewşa aborî û rewşa debara xelkê ya di vê pêvajoyê de û wiha got: “Li Tirkiyê rûxandinek aborî pêk tê. Ji bo ku ev rûxandin were tamîrkirin divê Meclîs demildest gav biavêje. Divê li ser butçeya sala 2020’an dîsa were axivîn û were guhertin. Lazime qismek butçeya Serokkomariyê ji bo esnafan û xizanan were veqetandin û dabînkirin.”