Êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan birin rojeva Meclîsê 2020-05-04 14:16:22   AMED - Li Amedê di pêvajoya karantînayê de 50 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû ma, Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag mijara êrîşa zayendî bir rojeva Meclîsê.   Di pêvajoya karantînayê de li Amedê 50 zarok bi êrîşa zayedî re rûbirû ma, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dêrsim Dag mijara êrîşa zayendî bir rojeva Meclîsê.    Dêrsim, di pêşniyazpirsa pêşkêşî Wezîra Xizmeta Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk de kir da zanîn ku di vê pêvajoya koronayê ya li mal mayînê de binpêkirin mafan a li dijî zarok û jinan zêde bûye û li gorî rapora Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê êrîşa zayendî ya li dijî zarokan gihîştiye rehendek talûke. Dêrsim, anî ziman ku di van rojên koronayê de li Amedê 50 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane û ev hejmar zêde bûye. Dêrsim, di pêşniyazpirsa xwe de pirsan pêşkêşî Wezîr Zehra Selçûk kir û xwest têkildarî êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de daxuyaniyên zelal bide.