Pervîn Bûldan: Li dijî tasfiyekirina kurdan divê yekitî pêk bê 2020-04-30 09:59:02   Habîbe Eren   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bal kişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a derbarê yekitiya neteweyî de û got: “Di vê pêvajoyê de bê helwestbûna pêşengên Kurdan û berdevkên Kurdan rast nîne. Divê em mil bidin milê hev li dijî tasfiyekirina Kurdan bêdeng nemînin û yekitiyê pêk bînin.”   Piştî 21 salan şûnde Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara yekem bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Di axaftina xwe ya bi malbata xwe re bal kişand ser mezinkirin rêxistbûna HDP’ê, girîngiya avakirina yekitiya neteweyî. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan mijarên vê hefteyê yên wekî peyama Abdullah Ocalan, qanûna înfazê, Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira ya HDP’ê, kuştina jin û zarokan û êrîşên li hemberî goristanan ji ajansa me re nirxand.    ‘Divê hiqûq ne li gorî kesan pêk bê’   Pervîn Buldan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser peya Abdullah Ocalan û got: “Piştî 21 salan şûnde cara yekem bi rêya telefonê birêz Ocalan bi malbata xwe axivî. Lê di hêla hiqûqî, siyasî û ehleqî de divê hevdîtin bi malbatan re pêk bên. Mixabin li Tirkiyeyê hiqûq li gorî kesan diguherin û binpêkirina mafan li girtîgehan bi rêbazên cuda tên domandin. Wekî hemû girtîgehan divê malbata Ocalan bi rêya telefonê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê hikûmet li gorî daxwaza xwe derfetan avadike. Di pêvajoyeke vîrûsa koronayê heyî de hevdîtina bi birêz Ocalan re pêk hatî girîng e. Lê divê her tim mafê wan ên telefonê hebin.”   ‘Îro dema yekitiyê ye’   Pervîn, destnîşan kir ku di dema pevçûn û operasyon heyî de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pevçûn, şer, dorpêçkirin, sewqiyata leşkerî ya li Rojava, operasyonên leşkerî ya li hemberî Başûrê Kurdistanê; di vê demê de hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk hat. Ev tişt girîng e. Divê em hemû jî bi taybetî li ser yekitiya kurdan bisekînin. Bi salane yekitî di rojeva Kurdan de heye lê xebatên avakirinê nayê pratîzekirin. Êrîşa ku li hemberî Mexmûrê pêk hatî, êrîşeke plankiri ye. Ev tişt ceribandinek bû û dixwazin bertekên Kurdan bipîvin. Her wiha li hamberî wargehê jî ambargoyek jî heye ji xwe û penaber nikarin li wargehê derkevin û an jî nikarin bikevin wargehê. Ligel ambargoyê li hemberî wargehê êrîşek jî hat plankirin. Ez di serî de bang li  birêz Barzanî û rayedarên Başûrê Kurdistanê bikim ku di vê pêvajoyêde em mil bidin milê hev li dijî tasfiyekirina Gelê Kurd helwest nîşand bidin û her wiha divê pêşengên Kurdan û berdevkên Kurdan jî li hemberî vê pêvajoyê bêdeng nemînin. Divê em yekitiya xwe nîşanî li hemû cîhanê bidin.  Ji xwe birêz Ocalan jî di pêyama xwe de bal kişand ser yekitiya neteweyî. Îro dem dema yekitiyê ye.”   ‘Em ê kêmasiyên xwe bi têkoşînê ji holê rakin’   Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûna HDP’ê û wiha bi lêv kir: “Belê me pêyama birêz Ocalan ya derbarê mezinkirina rêxistinbûna HDP’ê de girt. Em dizanin ku rêxistinbûna HDP’ê di mijara xwe gihandina gel ne serkeftiyê. Lê belê ligel ev qas zor, zehmetî, şîdet, binçavkirin û girtinan jî têkoşîneke mezin dide meşandin. Hewldaneke mezin a partiyê heye. Lê dema mirov di hêla rêxistinbûyînê de digire dest, belê kêmasiyên me hene. Divê em xebatên xwe mezin bikin û derdorên cuda tevlî xebatên xwe bikin. Çend şewb bûye sedem ku em li malên xwe dimînin jî em dîsa li gorî berpirsiyariya xwe tev digerin. Em ê li gorî hewcedariyan ligel her tiştî têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Êrîşa li hemberî goristanan li gorî konseptê dimeşe’    Pervîn, li ser texrîpkirina goristanan jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Niha konseptek heye. Geşedanên ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêşdikevin ne serbixe ne û hemû geşedan girêdayî hevdûne. Ligel operasyonên leşkerî û sewqiyatên leşkerî li Tirkiyeyê jî goristan tên texripkirin. Ne tenê Gelê Kurd, mirovatî vî tiştî tu carî qebûl nake. Birdozî çi dibe bila bibe dema mirovek mir, li gorîstanê ev kes rehet tên hiştin. Di tu olan de tiştek wisa nîne ku mirov êrîşê li goristanan bike. Ev tişt di Misilmanetiyê de nayê qebûlkirin. Ne tenê li Wanê, li Mûşê û Çewlîkê jî heman êrîş hene. Ev êrîş nakokiya AKP’ê ya li hemberî olê nîşan dide. Em bi tundî êrîşên li hemberî goristanan şermezar dikin.”   ‘Tenê alîgirên xwe tehliye kirin’   Pervîn Buldan, di nirxandinên xwe de behsa qanûna înfazê jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP û MHP’ê demên borî pêşnûmeya afuyê amade kiribûn ji xwe, lê belavbûna nexweşiyê wekî firsendek dîtin û anîn meclîsê. Li gorî alîgirên xwe kesan tehliye kirin. Kesên ku li hemberî civakê sûcdar in hatin tehliyekirin. Ev kesên ku hatin tehliyekirin ji nû ve dest bi karê xwe kirin. Êrîşa li hemberî şaredariya Qersê, kuştina jin û zarokan ji hêla kesên ku hatin tehliyekirin ve pêk hatin. Divê di serî de di tehliyekirinê de cudakarî nehata kirin, lê belê li hemberî wan yekan jî divê tedbîr jî bihatana girtin. Di qanûna ku hatî derxistin de wekhevî tune ye û tenê cudakarî hat kirin. Niha bi hezaran girtiyên siyasî jî terkî mirinê kirin. Girtiyên siyasî bi nexweşiyê re rûbirû hatin hiştin û ev tişt nayê qebûlkirin.”   ‘Pêvajoya nexweşiyê bi zelalî nayê meşandin’    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn, diyar kir ku pêvajoya şewbê bi zelalî ji hêla hikûmetê ve nehat birêvebirin û wiha got: “Hikûmet di tedbîr girtinê de qels bû ji bo hemû kesan tedbîr nehatin girtin. Her roj di televizyonan de dane tên parvekirin, di daneyan de her roj hejmarên daneyan tên kêmkirin. Ev nîşan dide ku pêvajoyeke ne zelal li holê heye. Daxuyaniyên ku hejmara nexweşan kêm bû, hejmara miriyan kêm bû, li hemberî nexweşiyê xetereyeke mezin e. Ev tişt dê rojên pêş de bi rengekî xeternak dê derkeve pêşiya me. Hikûmet li dijî krîza aborî û krîzên din dixwaze tabloyeke bi vî rengî nîşan bide.”   ‘Kampanya eleqeyeke mezin dît’    Pervîn Buldan herî dawiyê jî bal kişand ser Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kampanyaya me di nava raya giştî de eleqeyeke mezin dît. Malbatên ku daxwaza alîkariyê dikin û her wiha malbatên ku dixwazin alîkar bibin gelek in. Bi taybetî em di serî de alîkariyê didin kesên bê kar, penaber û jinên ku bi şîdetê re rûbi rû mayî re. Heke em piştevaniya di nava civakê de li pêş bixin em ê bêtir bi hêz bibin.”