'Li dijî tifaqa serdestan pêwistî bi yekitiyê heye' 2020-04-30 09:02:00   Berîtan Canozer    AMED - Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku hêzên hegemonîk dixwazin li Rojhilata Navîn sînoran li gorî berjewendiyên xwe ji nû de xêz bikin, ji bo wan yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd gefeke û ji bo vê yekitiyê parçe bikin hêzên alîgir yên di nav kurdan de kaş dikin alî xwe.    Li herêma Federal a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ji 17’ê Tîrmeha 2019’an heta niha li hember  Wargeha Şehîd Rustem Cudî  (Mexmurê) ambargoyê pêk tîne û di 15’ê Nîsanê de jî Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) wargeh bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 jinan jiyana xwe ji dest da. Her wiha di rojên dawî de ji bo yekitiya neteweyî pêk were bangawazî tên kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît derbarê van mijaran de nirxandin kir.   'Dixwazin  Mexmûrê ji holê rakin'   Gulîstanê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Mexmûr ji ber di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye hem ji aliye pêşveçûnê hem jî aliyê statûye de cihekî serbixwe ye û wiha axivî: “Zîhnîyeta ku niha Mexmûrê dorpeç kiriye dixwaze şêniyên Mexmûrê sirgûnek din bijîn û vê wargehê ji holê rakin. Divê ev tişt teqez neye qebûlkirin.ji ber ku şêniyên Mexmûrê ji kêfa xwe neçûne li wê bi cih bibin. Li wê di nav mar û dipûşkan de ji xwe re cihekî nû ava kirin. Berê  wê dere ne cihê jiyanê bû. Niha hikûmet dibêje bila şêniyên Mexmûrê ji wê biçin! Vê tiştê bi kîjan sedemê dibêjin? Di vê daxwazê de tuştekî ehlaqî û polîtîk tüne ye. Bi zext û zordariyê dixwazin wan têk bibin û li pişt perdeya van operasyonan jî dewleta tirk heye. Em hêvî dikin ku rêveberiya başûrê Kurdistanê cara duyemîn gela xwe mexdûr neke û ji vê xeletiyê vegere.”   'Tirkiye dixwaze başûrê Kurdîstanê bike eyaleta xwe’   Gulîstanê destnîşan kir ku divê hêrema Başûr sekn û cudahiya xwe biKe holê û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Em dixwazin ku hêrema Başûr ji bo berjewendiyên eşîreta xwe hewl nede. Ji bo berjewendiyên hemû Kurdistanê bixebite û bi wê nêrînê bibe desthilatdar. Lê mixabin xwe tevlî polîtîkaiyên Tirkiyeyê dike. Em bi bîr bînin ku dema referandumê polîtîkayên Tirkiyeyê li ser kurdan çawa bûn niha rêveberiya başûr eynî polîtîkayê li ser Mexmûrê dide meşandin. Wê demê Erdogan gotibû  ‘ Em li ser we derî digirin û hûn dê ji birçîna bimirin’ niha jî rêvebiya başûr heman helwetê li djî Mexmûrê bi ambargoyê nîşan dide. Niha polîtîkayên ku Tirkiye li ser Kurdîstanê dide meşandin jixwe aşkere ne. başûrê Kurdîsyanê jî bi awayî fîilî hatiye dagirkirin û her kut diçe Tirkiye li wê qarakolan çêdike. Ango di rastiyê de Tirkiye dixwaze başûrê Kurdîstanê bike eyaleteke xwe.”   'Divê kurd yekitiya xwe pêk bînin'   Gulîstanê anî ziman ku hêzên serdest niha dixwazin sînorên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû de xêz bikin û wiha got: “Nila li cîhanê guherînek berçav heye. Li Rojhîlata Navîn tevliheviyeke mezin heye. Hêzên serdest dixwazin sînorên Rojhîlata Navîn li gorî xwe dîsa xêz bikin. Lê vê tenê hêzên serdest naxwazin, di heman demê de hêzên dagirker yên wekî Tirkiyê û Îranê jî dixwazin di vê pêvajoyê de cih bigirin. Ev hemû hêz li ser xalekê tên gel hev. Ew jî hemû ji bo bêstatûhiştina kurdan e. Ji ber vê jî yekitiya neteweyî ya kurdan ji bo xwe asteng dibînin. Ji ber ku hemû baş dizanin tu hêz yekitiya kurdan nikare têk bibe. Ji ber van sedeman divê em itîfaqa van hêzên serdest yên dagirker xira bikin û yekitiya xwe demildest pêk bînin."   'Berjewendiyên me ji yekitiyê xwedî dibin'   Gulîstan diyar kir ku hewldanên Tirkiyeyê yên dagirkirinê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Niha bjarên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girêspî û Serekaniye di bin dagirkeriya tirk de ne.  Armanca Tirkiyeyê firehkirina operasyonên xwe ye. Hemû perçeyên Kurdistanê di nava sînorê 'misakî millî' de dibîne û bi êrîşan dixwaz demografiya Kurdistanê biguherîne.  Vê jî ne tene ji bo Rojava dike, di meseleya Kerkûkê de divê helwesta Tirkiyeyê bê dîtin. Ango helwesta Tirkiyeyê êrîşa ji bo hemû destkeftiyên kurdan e. Erka kurdan e ku li hemberî Tirkiye, Îran û hêzên navneteweyî  yekitiya xwe pêk bînin. Ev êdî ne tercîh e berpirsiyariyek dîrokî ye. Berjewendiyên me ji ji yekitiya netweyî xwedî dibin."   'Divê têkoşîn ne tene ji bo parçeyekî be'   Gulîstanê destnîşan kir ku hikûmeta başûrê Kurdistanê zîhniyeta netew dewletê zêde pêjirandiye û ji ber vê yekê tenê ji bo parçeyekî hewl didin û wiha pêde çû: "Têkoşîna ji bo Kurdistanê divê ne tenê ji bo parçeyekî be. Kurdistan yek e. Ango tu kurd parçeyek nade ji bo parçeyek din. Ji ber vê yekê di vê erdnîgariyê de divê hemû kurd bi hişmendiya yekitiya Kurdistanê tevbigerin. Em dizanin ku bingeha wan êrîşan îdeolojîk e. Ji bo dagirkirina Kurdîstanê ye. Ne ku ji PDK'ê hez dikin û tîfakan pêk tînin. Ji bo ku tifaqa kurdan çênebe PDK'ê kaş dikin cem xwe. Statûya Kurdan a di vê sedsalê de bi dest xistine dixwazin têk bibin. Bi taybetî divê herêma başûrê Kurdistanê van tiştan bibîne û nêzikatiya xwe bi vî awayî bîne cih."   'Divê hemû Kurd berpirsyariya yekitiyê hildin'   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên hegemonîk hertim li Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe li ser malbat, kabîle, mezheb û olê meşandine û bi wî awayî di nav Kurdan de hertim cudahî pêk anîne û niha dîsa dixwazin van tiştan dubare bikin. Gulîstan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Îro Kurdan cîhanê ji destê belaya DAÎŞê rizgar kir û bi vî awayî di nav cîhanê de qadek ji bo xwe çêkirin. Ji bo vê kurdan bedelên mezin dan. Divê ew bedelên ku me dan bi destên dagirkeran neyên pûçkirin. Ez bang li hemû rewşenbîr, hunermend û nivîskarên kurd dikim ku em vê berpirsiyariyê hildin ser milên xwe ji bo kurd yekitiya xwe ava bikin.”