Li Enqereyê bi kampanya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ xwe gihandin 332 malbatî 2020-04-29 09:07:00   Dîlan Babat   ENQERE - Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu diyar kir ku di çarçoveya kampanya ‘malbatên xwişk û bira’ de xwe gîhandine 332 malbatî û got: “Em parve dikin, di piştevaniyê de ne. Ger hun jî bixwazin parve bikin bikevin têkiliyê. Riya herî baş a mezinkirina hêviyê parvekirine.”   HDP’ê di pêvajoya vîrusa korona de bi armanca piştevaniyê kampanya ‘malbatên xwişk û bira’ da destpêkirin. Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu der barê kampanyayê de nirxandin kir.   Pakîzeyê da zanîn ku ew neçarbûn kampanyeyek wisa bikin ji ber dewlet peywirên xwe yên esas jî nayne cih û got: “Bhêlin dewlet dewlebûna civakî bîne cih, nikare pewyirên xwe yên esas bîne cih. Me ev dît. Ji ber vê jî divê bersiva hewcedariyên gel bihata dayîn. Di rewşên şewbê û karasetan de divê dewlet amade be, divê hewcedariyên gel peyda bike. Bi vê kampanyayê re em ji bo hewcedariyên gel ketin tevgerê.Me xwest em li qadê xebatê bimeşînin.”   ‘Tablo hat dîtin’   Pakîzeyê destnîşan kir ku wan pirsgirêk texmîn dikirin lê tabloyek wisa nedipan û wiha pê de çû: “Piranî kes bi mûçeyê asgarî an jî di bin mûçeyê asgarî de dixebitin. Piraniya van ji kar hatine avêtin. Ligel vê karkerên bê ewle dixebitin, karkerên demsalî, yên înşatê û kaxizê hebûn. Me xetereya tabloyê bi çavên xwe dîtin.”   ‘115 malbat hatin gel hev’   Pakîzeyê bi lêv kir ku xebatên tespîtkirinê bi telefon û înternteê kirine û got: “Her wiha rêxistinên me yên navend û navçeyan ekîbên mobîl ava kirin û kar û barê belavkirinê organîze dikin. Dewleta ku peywira xwe nayne cih, hewl dide qadên me jî bi sînor bike. Tevî vê kampanya me gihiştiye 332 malbatî. Ji vê hejmarê 115 jê wek malbatên xwişk û bira hatine diyarkirin. Yanî 115 malbatên xwestin piştgiriyê bidin, bi 115 malbatî re hatin cem hev.   ‘Penaberên Rojava, Ozbek û Afgan jî daxwaza piştgiriyê kirin’   Pakîzeyê di berdewamiyê de wiha got: “Ji bo 217 malbatî piştgiriya xurekê hat kirin. Nêzî 100 malbatî jî daxwaza piştgiriyê kir. Gelek malbat û kesên penaberên Rojava, Ozbek, Afgan jî xwe gîhandin me û daxwaza alîkariyê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de hewl hatiye dayîn ku piştgirî ji bo wan bê dayîn û her wiha berdewam jî dike.”   Kesên dixwazin xwe bigihînin kampanyayê dikarin ji ser vê numareyê xwe bigihînin: 0542 525 41 45 / 0530 171 30 06