Pervîn Buldan: Îktîdar tundiya zilaman bi navê 'jiyan li malê xweş e' biriye malê 2020-04-25 16:26:36   STENBOL - Derbarê pêşketin û geşedanên demên dawiyê ya têkildarê jinan de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: "Rûyê rast ê AKP’ê di pêvajoya koronayê de pir aşkere ji aliyê her kesî ve tê xuyakirin.”   Derbarê pêşketin û geşedanên demên dawiyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li ser hesabên medya civakî yên HDP’ê daxuyanî da. Pervîn, bi silavkirina jinên girtî dest bi axaftina xwe kir û got rojên xweş û azad nêz in.    Pervîn, da zanîn ku di serdema vê şewba dijwar de jî tundiya li dijî jinan zêde bûye û wiha got: “Tundiya li dijî jinan di van rojên dijwar de jî bi lez û bez didome. Her wiha hemû neheqî jî li dijî jinan li pêş dikeve. AKP daxwazên dewleta civakî bi zîhniyeta otoriter birêve dibe û krîzê veguherandiye fersenda aborî û siyasî. Rûyê rast ê AKP’ê di pêvajoya koronayê de pir eşkere ji aliyê her kesî ve tê xuyakirin.    Li hemberî girtiyên siyasî dijminatiyê dike    Îktîdar tenê ketiye derdê xwe û alîgirên xwe. Polîtîkayên cudakar, otoriter birêve dibe. Îktîdara AKP’ê jî bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike. Di pêvajoyên wiha de herî zêde pêdiviya însanan bi piştevaniyê û alîkariyê heye. Lê şaredariyên muxalefetê ku dixwazin piştevaniya xelkê bikin tên astengkirin. Hemû xebatên muxalefetê terorîze dike û asta xerabiya ku gihîştiyê nîşanî me dide. Îktîdar dixwaze hemû kurd û muxalefetê bêdeng bike, li dijî şewbê tênakoşe bi civakê re têdikoşe. AKP li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijminane bikar tîne. Di vir de jî rûyê xwe yê rast baş da nîşandan.   Îktîdar tundiya zilaman biriye li malê   Di vê pêvajoyê herî zêde jin dibin mexdûrê otorîteyê. Di van rojên koronayê de tundiya li dijî jinan zêde bûye. Jin tên qetilkirin û hejarkirin û bêkar tên hiştin. Em carek din jî dibêjin zilamên zordestiyê li jinan dikin bi destê îktîdarê dike. Li derve vîrûsa koronayê gef li jinan dixwe û li malê jî bi tundiya zilaman re rûbirû ne. A rast îktîdarê bi gotina ‘jiyan li malê xweş e’ tundiya zilaman biriye malê.   Piştevaniya jinan asteng dike    Şaredariyên me yên qeyûm tayînî wan hat kirin, li dijî tundiya jinan xebatên bêhempa birêve dibir. Bi dehan saziyên jinan ên şaredariyên me ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Qeyûm ji bo tundiya zilaman bûye fersend. Hemû rê û rêbazên li ber piştevaniya ji bo jinan hatine girtin. Lê ne zilam û ne jî îktîdar wê bi vê polîtîkayê bi ser bikeve. Em jin xwedî wê hêz û rêxistinê ne ku em dikarin di her warî de piştevaniya hev bikin. Wê tu hêz nikaribe hêza piştevaniya jinan asteng bike.”   'Bi efûya taybet çete û qetil hatin berdan'    Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser guhertina qanûna înfazê ya AKP'ê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi guhertina yasaya înfazê rê li ber zêdekirina tundiya jinan vekiriye û yek ji xerabiyên herî mezin a îktîdarê jî ev yasa ye û wê rê li ber felaketên mezin veke. Bi qanûna înfazê re “Efûya taybet” ji bo çete, qatil û tecawîzkaran hat derxistin. Sûcdarên rastîn niha li derve ne û mirovên bêsûc jî li girtîgê ne. Qatilên jinan li derve ne, Selahattîn Demîrtaş, Îdrîs Balûken, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û hevalên wan ên daxwaza aştiyê kirin, li girtîgehê ne. Bêguman ne em jin, ne gel û ne jî raya giştî ya demokratîk dê vê yekê qebûl bikin. Em ê li dijî vê qanûna înfazê ya qanûna mirinê ye têkoşîna xwe dewam bikin.   Li dijî şîdetê divê koordînasyonek bê avakirin   Bi vê qanûnê ji bo tundiya zilam bêcezatî anîn. Ev qanûn bû sedem ku bavê Ceylan a 9 salî li Dîlokê wê bi awayekê hovane bikuje. Berpirsiyarê tundî û qetilkirinên jinan AKP û MHP ye. Li dijî tundiyê divê bi lezgînî koordînasyoneke krîzê bê avakirin û ev koordinasyon bi rêxistinên jinan re bixebite. Divê ji bo jinên rastî tundiyê tên fonên alîkariyê bên amadekirin û bi her awayî alîkariya van jinan bê kirin.   Mayîna di malê de jî, barê jinan zêdetir kir û ev yek tê wateya kedxwariyê. Dîsa rewşa jinên kedkarên tenduristiyê li holê ye. Divê daxwazên wan bên pêşwazîkirin. Em ê bi mezinkirina tevnên piştevaniyê bi awayekê hîn xurtir ji vê pêvajoyê derbikevin. Em ê dîsa bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî polîtîkayên tundiyê yên desthilatdariya zilam têk bibin.    Piştevaniya xwişktiyê...   Kampanya me ya malbatî di heman demê de, piştevaniya xwişktiyê ye. Piştevaniya me ya jinê, ji tifaqa desthilatdariya zilam a tekparêzer bi hêztire. Em dizanîn ku piştevaniya jinê dide jiyîn. Em dizanin ku di rojên koronayê de jin bi hevre bi hêzin. Têkiliya di navbera jinan de her tim pir xurte. Ji bo ku em vê têkiliya xwe bi parêzin divê em xwe jî biparêzin. Yek ji me jî ne bi têneye. Em ê piştî şewbê dîsa li kolanan, li bazaran, di 8’ê Adarê de, di 25’ê Mijdarê de, li qadên Newrozê û li qadên 1’ê Gulanê bi hev re bin. Em hemşewbê û hem jî tundiya desthilatdar a zilam têk bibin.”