Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Yekîtiya kurdan pêwîstiyekî dîrokî ye 2020-04-25 09:02:00   AMED - Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ger kurd dixwazin di sedsala 21’min de bi ser bikevin divê berî her tiştê yekitiya xwe pêk bînin. Ji ber ku êdî ev yekitî  xeta polîtîk e, mecbûrîtiyek dîrokî ye.   Ji meha tirmeha 2019’an ve bi fermana Rêveberiya Herêma Fedaral a Başûrê Kurdistanê, li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn. Di 15’ê Nîsanê de jî balafirên Keşfê yên Tirkiyeyê li ser kampa Mexmûrê bombe barandin. Di vê êrişê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan û rageşiya li hêremê hêj didome. Piştî vê bûyerê welatiyên hêremê bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî Partiya demokrat a Kurdistanê (PDK)’ê û êrîşan tirkiyeyê tînin ziman. Her wiha partî û saziyên Kurdistanî jî bertek nîşanî êrîşan dan û bang kirin ku êdi kurd yekitiya xwe pêk bînin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê mijarê de nirxandin kir.    ‘Divê kurd vê ambargoyê qebûl nekin’   Dîlanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Wargeha Mexmûrê û destnîşan kir ku Mexmûr eynika pirsgirêka kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di salên 90’î de kurdên ku gundê wan hat şewitandin ji ber polîtîkayên bişaftinê serî netewandin. Van kurdên ku cih û warê xwe terk kirin ji ber zilma dewleta tirk bere xwe dan başûrê Kurdistanê û li Mexmûrê bi cih bûn. Bi salan e welatiyên Mexmûrê di şert û mercên dijwar de dijîn. Her wiha têkoşîna şêniyên Mexmûrê li ber çavan e. Mexmûr helbet parçeyekî başûrê Kurdîstanê ye. Çawa ku Hewlerê parçeyek Başûrê Kurdîstanê ye di heman demê de Mexmûr jî wisa ye. Ji ber vê yekê nêzîkatiya cida a li dijî Mexmûrê nayê qebûlkirin. Ambargoya li ser Mexmûrê rewşekê şermezar kirine ye. Tu kesên ku ideaya wan têkoşina Kurdistanê ye divê vî tiştî qebûl neke. Her wiha PDK ji bo kurdan têkoşînek daye. Lê ev helwesta wê ya li dijî şêniyên Mexmûrê nayê qebûlkirin. Polîtîkayên bi vî rengî li Şirnax, Cizîr û Sûrê hatin jiyîn. Ji ber vê yekê politikaya PDK’ê  ku niha li ser Mexmûrê pêk tîne vê careke din li ber çavan radixwe.”   ‘Sîyaseta li ser Mexmûrê bi destên AKP’ê tê kirin ’   Dîlanê diyar kir ku divê êdî PDK dev ji vê polîtîkaya xwe berde û wiha got: “Pirsgirêka Mexmûrê divê cihê zext û ambargoyê de bi mizakere û hevpeyvinê were çareser kirin. Sîyaseta aliye Mexmûrê ne bi hêza navxweyî ye, bi kişkirin û midaheleya desthîlatdara AKP’ê ev siyaset  tê meşandin. Ji ber van sedeman ev mideheleya hêzên derve, hertim ji bû deskeftîyên kurdan re xetereyek pêk tîne. Ez bawerim ku hemû kurd ji bo pirsgirêka kurdan re sîyasetek hevpar dixwazin pêş bixin. Pisrsgirêka Mexmûr jî niha di navenda vê daxwazê de rûniştiye.”   ‘Divê dest ji van polîtîkayên ne li rê berdin’   Dîlanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên hewayî yên li dijî Mexmûrê û anî ziman ku di vê pêvajoya pandemiyê de êrişa li ser Mexmûrê tenê bi dijminatiya li dijî kurdan pênase dike. Dîlanê wiha bi lêv kir: “Di van rojên pandemiyê de ku hemû mirovahî  di nav lepê virusê de bi piştgiriyê tên gel hev de,  dewleta tirk jî polîtîkayên xwe yên dijminatiya kurdan pêşdetir dixwe. Li  cîhanê hin rewş pêk tên ku divê şer ji holê rabin û nirxin mirovî pêş bikevin.  Lê mixabin dewleta tirk êrîşên xwe kêm nake. Rewş çi bibe bila bibe dewleta tirk ji helwesta xwe dûr naçe û van rewşên awarte diguherînê firsendê. Lê divê Herêma Federal a Kurdistanê nebe amûrê parçeyek ji vê dijminantiyê. Helwestek wisa ji bo pêşeroj û têkoşîna azadiya kurdan nayê qebûlkirin. Pêwist e ku hikûmeta Herêma Federal a Kurdîstanê vê rewşê bibîne.”     ‘Yekitiya kurdan mecburîtîyek dîrokî ye’   Dîlanê anî ziman ku li her parçeyên Kurdistanê jî êşên giran hatine jiyîn û ger ku kurd dixwazin di sedsala 21’min de bi ser bikevin divê berî her tiştî yekitiya xwe pêk bînin, ev yekitî êdî ne xetek polîtîk pêwistiyeke dîrokî ye û wiha pêde çû: “ Di sedsala 20’min de kurdan ji ber ku nikaribûn yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin,  li her çar  parçeyên Kurdîstanê êşen gelek mezin jiyan. Di dîrokê de ji bo vê bi hezaran mînak hene. Ji van yên herî berbiçav; Helebçe, Enfal, Dêrsîm, Agirî her wiha di demên nêz de Roboskê, Şengal û Rojava ye.. Bîr û hişê kurdan bi van bûyeran tijî ne. Êdî tehemûla kurdan ji windakirina sedsaleke din re tüne ye.”   ‘Kurd bi berxwedanê heta roja îro hatine’    Dîlanê bal kişand ser têkoşîna kurdan a dem dirêj û ev tişt got: “Pirsgirêka kurd êdî bûye mijarek navneteweyî. Her wiha kurdan deskeftiyên xwe li her 4 parçeyên Kurdîstanê jî bi berdelên gelek giran sitendin û hatin heta îro. Hêzên derve û dewletên dagirker hertim di nav kurdan de şerên navxweyî pêk tînin û bi wî awayî ji bo statû û azadiya kurdan bûne asteng. Kurd tevî vê yekê dîsa bi berxwedana xwe hatin heya îro û gelek destkeftî bi dest xistin. Niha jî dîsa hêzên dagirker dixwazin van destkeftiyan ji destên kurdan bigirin. Ji ber vê yeke jî rêbaza şerê navxweyî careke din dixwazin bikin dewrê. Polîtikaya hertim hatiye dubarekirin. Êdî şenê   kurdan ê têkçûyînê nemaye.”   ‘Jinên kurd ji bo yekityê têkoşîn dane’   Dîlanê bal kişand ser têkoşîna jinên kurd a ji bo yekitiya neteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên kurd di nava dîrokê de her dem ji bo yekitiya neteweyî têkoşîn dane Ji bo yekitiya kurdan di dîrokê de serpêkatiyên jinan gelek in. Jinên ku tevahiya dîrokê ji bo yekitiyê têkoşîn dan di vê dîrokê de jî ji yekitiyê re pêşengtiyê dikin.”