Pero Dundar: Divê Îmrali û girtîgeh demildest bên valakirin 2020-04-20 09:10:00       MÊRDÎN - Parlametnera HDP’ê Pero Dundar got ji ber vîrusê divê girtîgeh hemû bên valakirin û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehan carî balkişand ser şer, şewbên ku kapîtalîzmê anine vê rewşê. Divê desthilatdarî demildest gûh bide gotinên Birêz Ocalan.”   Vîrusa Koronayê (COVÎD -19) li Tirkiyeyê her diçe giran dibe û yek ji cihên ku herî bi rîsk jî girtîgeh in. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dondar axivî û da zanîn ku Îmrali jî tê de divê hemû girtîgeh bên valakirin.   Pero balkişand ser tecrîda 21 sale li Îmraliyê didome û got: “Sekna li Îmraliyê sekna gel e. Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de her tim cih da vê pêvajoyê. Dewletê her tim bi tecrîdê hewl da pêşî li van fikran bigire.”   ‘Şerê ekolojîk û aborî, şerên herî mezin in’   Pero got: “Birêz Ocalan aliyê aborî, îdeolojîk, siyasî û biyolojîk yê vî şerî daniye holê û hîna jî datîne holê. Em dibînin ku şerê sêyemîn yê cîhanê bi vîrusê hatiye fêmkirin. Divê êrîşên DAIŞ’ê jî wek destpêka vîrusê bê nirxandin. Birêz Ocalan navê wê dananîbû lê bi dehan carê gotibû wê pêleke wisa ya êrîşê bê. Birêz Ocalan xetere ji ewil de dît û xwest tedbîr bên girtin. Dewletan her tim bi polîtîkayên tecrîdê civak ji xwe re kiriye qurban û her cureyê derfetê bikar tîne.”   ‘Hikûmet hewl dide krîzê veguhere derfetê’   Perdo di berdewamiyê de wiha got: “Desthilatdarî di pêvajoya vîrusê de jî li şûna li çareseriyan bigire bi civakê re mijûl dibe. Vê vediguhere derfetê û dixwaze temenê xwe dirêj bike û ji bo civakê tune bike her tiştî dike. Hikûmet di vê pêvajoyê de hewl dide krîzê veguhere derfetê.”   ‘Divê demildest girtîgeh bên valakirin’   Pero bang kir ku divê di serî de Îmrali hemû girtîgeh demildest bên valakirin û got: “Yek ji cihên herî bi rîsk Grava Îmraliyê ye. Divê şert û mercên baş bên afirandin. Hemû girtîgeh divê wisa bin. Gûmana belavbûna virusê ya li girtîgehan heye. Divê demildest Birêz Ocalan û hemû girtî bên berdan.”