Leyla Guven:Dewletên yeknetew têk çûn 2020-04-20 09:08:00   AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, rojeva Tirkiye û herêmê nirxand û got: “Ji vir şûnde divê modernîteya demokratîk bê avakirin. Ji bilî vê jiyanek din nayê qebûlkirin. Dewletên yek netew êdî têk çûne.”   Vîrusa koronayê (COVÎD -19)  bandora xwe li ser hemû cîhanê didomîne. Li Tirkiyeyê jî her diçe belav dibe. Ligel krîza aborî ya li cîhanê, li Tirkiyeyê hem qanûna înfazê ya nû hem jî êrîşên li hember Kurdan vê krîzê girantir dikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, rojeva li Tirkiye û herêmê nirxand.   ‘Ev sererastkirin daxwaza MHP’ê bû’   Leylayê da zanîn ku qanûna înfazê ya ji meclîsê derbas bûye, demek dirêj bû ji aliyê MHP’ê - AKP’ê ve dihat xwestin û got salek bû dihat nîqaşkirin û ku wê kî di vê qanûnê de cih bigire de jî jî nêrîn dihat parvekirin. Leylayê wiha got: “Hem li girtîgehan hem di civakê de bendewariyek hat afirandin. Vê di civakê de rê li ber pirsgirêkên cidî vekir. Li gelek welatên ku niha vîrus di rojevê de ye, ji bo tedbîrê girtî hatin berdan. Ji parlamentoya Ewropayê jî bang tên kirin. Hemû di vê mijarê de heman tiştî dibêjin. Dibêjin divê girtîgeh bên valakirin. Ji bo hinek girtiyan divê hinek tedbîrên cuda bên anîn lê di serî de divê siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîr bên berdan. Tevî ev tê ziman jî li Tirkiyeyê girtiyên siyasî di vê  pakêtê de cih negirtin.”   Leylayê destnîşan kir ku ev qanûn ji aliyê AKP’ê ve hatiye parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî hemû zextan ji meclîsê hat derbaskirin. Tu partî wek HDP’ê li dijî qanûnê derneket. Nêzî 300 hezar kes girtî ne. Divê hemû bên berdan. Vîrusek bi xeter heye. Derbasî girtîgehan bibe wê komkujiyek civakî çêbibe. Kes wê nikaribe ji bin vê derkeve. Tevî vê AKP’ê destê xwe ji bo qanûnê rakir. Bi vê re, wêneyek ku wê di dîrokê de cih bigire kişandin.”   ‘Desthilatdariyeke ku daraz xistiye destê xwe heye’   Leylayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku AKP’ê li hember gel û civakê sûc kiriye û got: “Îradeya wan tüne ye, kesayeta wan tüne ye. Ji xwe ne pêkane mirov ji wan tiştekî bipên. Sererastkirina qanûnî wê ji Dadgeha Destura Bingehîn vegere. Ji ber ku berê du caran li Tirkiyeyê sererastkirin hatiye kirin lê her du jî ji Dadgeha Destura Bingehîn vegeriyan. Ger bi rastî daraz hinek be jî serbixwebin divê wisa be. Ji ber ku desthilatdariyeke ku hemû daraz xistiye bin kontrola xwe heye.”   ‘Sedema zêdebûna şîdetê polîtîkayên AKP’ê ne’   Leylayê anî ziman ku AKP û MHP wê hesabê vê sererastkirinê bide gel û ev tişt anî ziman: “Bertekên jinan li dijî qanûnê her diçe zêde dibin. Sedema zêdebûna şîdeta li ser jinê polîtîkayên dijminahiya jinan dikin yên AKP’ê ne. Ji ber ku AKP dixwaze jinên ku serî ditewînin, jina makul biafirîne. Jinên di nav AKP’ê de cih digirin jî tu car li dijî vê dengê xwe dernexistin. Tu car bi îradeya xwe tevnegeriyan. Bêpolîtîkabûn bêguman pêşî li şîdeta li ser jinê jî vedike. Kesên li dijî jinan sûc kirine hatin berdan. Ev jî wê şîdetê zêde bike, wê ev efû cesaretê bide wan. Wê zewacên zarokan û tecawiz zêde bibin. Ji ber ku êdî pergaleke ku bidarizîne tune. Ji ber vê jî ne mijara gotinê ye ku jin vê qebûl bikin.”   ‘Dewlet ancax dikare sûcên li hember xwe efû bike’   Leylayê balkişand ser hêza jinan û got xwedî hêzeke ku dikarin pergalê biguherînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Efûkirina sûcên li dijî civakê ne peywira dewletê ye. Dewlet ancax dikare sûcên li hember xwe efû bike. Tu berpirsyariya dewletê tüne ye ku sûcdarên tacîz, tecawiz, hişbir û diziyê efû bike. Mirov ji ber vîrûsê nikarin xwe li derve biparêzin. Gelo girtî wê xwe çawa biparêzin. Hikûmeta ku diz tecawizkar efû kir, bi hezaran girtiyên din ji ber fikrên wan terkî mirinê dike. Di hundir de derfetên xwedîbûnek baş û paqijiyê tune. Hikûmet vê ji me hemûyan baştir dizane.”   ‘Tirkiyeyê ezmûna xwe derbas nekir’   Leylayê daxuyakirin ku li meclîsê bi taybet parlamenterên jin yên HDP’ê muxalefetek bi bandor meşandine û got: “Wek HDP’ê çi ji destê me hat me kir. Di pêvajoya pandemiyê de em hemû cîhanê temaşe dikin û em şaşiyan dibînin. Cîhan li dijî vîrusê têkoşîna global dimeşîne. Lê Tirkiye li gelê xwe nafikire û helwestek cudakar nîşan dide. Em hemû di ezmûnekê de ne. Lê Tirkiyeyê ev ezmûn derman nekiriye.”   ‘Modernînteya kapîtalîst îflas kir’   Leylayê wiha dawî lê anî: “Pêvajoya tê jiyîn wê îflasa modernînteya kapîtalîst be. Divê modernîteya demokratîk bê avakirin. Ji bilî vê jiyanek din niha nayê qebûlkirin. Li cîhanê wê tu tişt ne wek berê be. Dewletên yek netew têk çûn. Em civaka Kurdistanê di vê mijarê de bi şansin. Ji ber di vê mijarê de perspektîfa modernîteya demokatîk û netew a Birêz Ocalan di destê me de ye.Em dikarin van bikin jiyanê. Ji bo vê dewlet ne şert e. Em mekanîzmayê xurt bigirin wê bi her awayî pêk bê. Divê hikûmet vê bibînin.”