Li navçeyên karantîna heye, gel bi pirsgirêkan re hatin rû hev 2020-04-12 09:11:57   WAN - Siyasetmedarên HDP’ê diyar kirin ku li taxên vîrusa korona heye gel bi pirsgirêkên paqijî û aboriyê re hatine rû hev û got tedbîr gelek qels in. Hevşaredara Elbaqê ya ku qeyûm tayînê şûna wê kirin, Şengul Polat, diyar kir ku li taxa xistine bin karantînayê kesê bi vîrusê ketine rakirine nexweşxanê û ji bo şêniyên din jî test nehatiye kirin.   Li navçeyên Wanê ji ber vîrûsê hinek tax xistin bin karantînayê û der barê rewşa bajar de yên ku herî zêde xwedî agahî ne, endamên HDP, rêveber û hevşaredarên ji peywirê hatine girtinê ne. Li taxên girêdayê Ebex, Elbaq û Erdîşê ku xistine bin karantînayê, hat hînbûn ku tedbîr gelek qelsin û hewcedariyên gel naynin bicihanîn.   Hevşardara Ebexê Leyla Atsak ya bi hinceta KHK’yî ye mazbataya wê nedanê, hevşaredara Elbaqê Şengul Polat a ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û hevşaredara Erdîşê Sarya Bîlîcî diyar kirin ku bangên ‘li malê bin’ tedbîrek têr nîne û gotin ger hewcedariya gel bê cih wê li malên xwe bimînin.   ‘Tevî mirin hene jî tedbîr nayên girtin’   Hevşaredara Ebexê ya mazbataya wê nedanê, Leyla Atsak got tedbîrek şênber tüne ye û tevî mirinê di têketin û derketinên navçeyê de tedbîr nayên girtin û wiha pê de çû: “Li sûkê li cihên qerebalix dezenfekte nayê kirin. Gelek tedbîrên divê bên girtin nehatine girtin. Gundê ku vîrus lê hatiye dîtin di bin karantînayê de ye. Divê li vî gundî 3-4 rojan carê kontrola tenduristiyê bê kirin. Yên tên navçeyê divê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Divê alavên paqijiyê, rûpûş û lepik bidin kesên dixebitin.”   ‘Tenê ji bo hinek malbatan alîkarî hatiye kirin’   Leylayê rewşa taxa Xan a di bin karantînayê de ye wiha vegot: “Kesên li vê taxê rewşa aboriya wan zêde nebaşe. Debara xwe bi xebatên rojane dikin. Di nûçeyan de hat gotin ku bi hevkariya şaredarî û qeymeqamtiyê ji bo gund xurek hatiye belavkirin. Lê di hevdîtinên me bi şêniyan re kir de gotin tenê ji bo 5-6 malbatan hatiye kirin, wekê din ji kesî re nehatiye kirin. Ji ber 14 rojin di karantînayê de ne di mijara xurek û alavên hîjyenê de pirsgirêkan dijîn. Dibêjin ‘em mirovan ji vîrusê diparêzin’ lê mahkumê birçîbûnê dikin. Bazarên sewalan hatine girtin, yên bazirganiya sewalan dikin betal in. Tevî vê rayedar hîna dibêjin ‘li malê bin’.”   ‘Ji bo kesên din test nehat kirin’   Hevşaredara Elbaqê Şengul Polat ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, got bi gundên di bin karantînayê de ne di têkiliyê de ne, got hinek hewcedariyên wan anîne cih û got: “Rûpûş û lepik hîna nehiştine kesî. Kesên pozîtîf yên taxê rakirin nexweşxaneyan. Ji bo şêniyên din yên taxê test nehat kirin. Ev bûyer wê dema pêş de zêde bibin. Nexweşane ji bo dermankirinê têr nake. Li gorî encamên testê nexweşan sewqî nexweşxanê dikin. Li yurdeke xwendekaran yên ji derveyê bajar hatine, di karantînaya 14 rojî de tên girtin.”   ‘Karantînaya nîv rojê berdewam dike bê tedbîriye’   Hevşaredara Erdîşê Sarya Bîlîcî jî got li gundê Dêra Jêrê karantîna nîv rojê berdewam kiriye û tenê yek malbatek hatiye kontrolkirin û got: “Ev bê tedbîrî ye. Malbata hatiye tespîtkirin dibe ku bi malbatên din re ketibe têkiliyê. Li sûkê îzolasyonek baş tüne ye. Hîna jî gelek qerebalix e. Gel nikarin xwe bigihînin lepik û rûpûşan. Agahdariyek baş nayê kirin. Di ketin û derketinan de tedbîr nehatiye girtin.”